Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Mir Begê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Mir Begê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo Miro bejna bavê Mîr Begê mi zirav e ji kulilka dev beyara hûy were hey were
gidi mi ji te ra nego meke bi gurra Alayî Begê Şêxê Wara heyran Bavê Mir Begê min piçûk û xişîm û nezan bû
berê Bavê Mir Beg dane Stenbola şewitî îstîndaqa nav duwala ez nemînim îro ji êvara Xwedê da derbas kirin nav neyara
hûy were hey were...
eman were eman wer eman wer...
Miro tu meskin bi gurra mi bike wêy hêy zû bike were ez dimirim dimirim... lo ez nemînim
felek fanî ye boş dunya ye
tirsim bimrim Bavê Mir Begê wêy hêy xwe têr nebînim
Lo lo Miro sibe ye bejna Bavê Mir Begê mi zirav e ji tayê rihana zo bi zo ye sibe ye Bavê Mîr Beg ji malê siwar bû li kêlekê tê norîna Delû Qaso ye xwezil navê mirina Bavê Mîr Beg bihata nava eşîra Xwêytî ye
destê Bavê Mir Begê mi kelemçe nekirana
nava qîz û bûkê eşîra Xwêytî ra derbas nekirana bi navê ro ye
hey hey hey hey were hey were hey hûy were
eman were eman wer eman wer... ax hay
Miro tu meskin bi gurra mi bike wêy hêy zû bike were ez dimirim dimirim... lo ez nemînim
felek fanî ye boş dunya ye
tirsim bimirim Bavê Mîr Begê wêy hêy xwe têr nebînim
Lo lo Miro sibe ye Waliyê Bîdlîsê miteserife Mûşê ji xwe ra şêwir kirin reben ez im şandin Bavê Mîr Begê min ji malê teklif kirin
xulam lawê xelkê bû Kafir Belo ji tewlê kişande rext û ruşme pêda kirin gidi Bavê Mîr begê mi ji malê siwar kirin
Mîro ji mêra ra eyb e xema neke xem xirab e hey
gidi tu nizanî çuqas qeyd û zincîrê Sultan Evdilhemid Paşa hebûn bê temam ji bona Mala Aladin Paşa hazir kirin
hûy were hey were...
eman were eman wer eman wer... ax hay
Miro tu meskin bi gurra mi bike wêy hêy zû bike were ez dimirim dimirim dimrim...
lo ez neminim felek fani ye boş dunya ye
tirsim bimrim Bavê Mîr Begê wey hey xwe têr nebînim.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.