
Şarkı Sözleri
Ахао ахао
Hey lo maqulo sibe ye li dîharê şehirê Diyarbekira şewitî diketim mi di cotek qumandanê dewletê li derê îskanê mişêwre dikirin bi destê bavê Şemsedîn girtin ji qawûşa cendurma derkirin fermana wî nivîsî avêtin stûya go Xalito
tu nizanî hukumata niha tişta ji bîra nake
tê bîra te da cotek topê şerepnalê biniyê kona da çal kirin avêtin teyarê teyara anîne xwarê, alet û hacetê teyarê belav kirin tu nizane va heyfa cotê teyara ne ji te derkirin
go mala te şewitiyo em hene busulman in înanca me temam e eger ku nefi bim sibê li pêşiya min heye mirin
axao mi ji te ra nego aha nîne aha meke gurra Hecî Hemdîn Begê Romî neke
ewê te bibe li şehrê Diyarbekira şewitî bi darda ke
ez ji te ra sond bixwim heyfa cotê teyara ji te bistîne
Ахао ахао ахао...
Erê maqûlo sibe ye ezê li dîharê şehrê Diyarbekira şewitî diketim li vî girî mi di cotê qumandanê dewletê li derê îskanê sekinî, şêwr û mişêwre dikirî bi destê bavê Şemsedîn girtin ji qawûşa cendurma derkirî
fermana wî nivîsî avêtin stûya go Xalito tu nizanî
hukumata niha tişta ji bîr nake vê sibengê tê bîra te da
Kurmanca cotek topê şerepnalê di biniyê kona da çal kirî
avêtin teyarê teyara hanîne xwarê, halet û hacetê teyara belav kirî
tu nizanî îro heyfa cotê teyara ne gelo ji xwe ra ji te derkirî
gidî dema li Bavê Şemsedîn dibû pêsîrtengiya di mêra
bira hewara Bavê Şemsedîn bihata mêrê mêrxas, înpoladê dewletê gelo vê sibengê bavê eşîrê Xalit begê Cibirî
axao mi ji te ra nego aha nîne aha meke
gurra Hecî Hemdîn Begê Romî neke
wê te bibe şehrê Bajara Diyarbekir bi darda ke
heyfa cotê teyara ji te veke
Malxirabo gelo vê sibengê ocax û konê me xirab neke nemînim.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum