Şarkı Sözleri
Bê dinyayê hey wayê wayê ax dunyayê nemînim li dunyayê bê gidiyê sibe ye li dîharê Xanzila şewitî bikevim bi avêj e tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo Gozelê nemayê ewê ku mêra dikuje, yextirma vedigerîne
bavê Seyid Betal Siwarê Ereb mêrkuj e, rimavêj e ji ocaxa Mala Şêx Eşûr e
hey wayê wayê ax wayê wayê wey dunyayê
ax wayê wayê nemînim li dunyayê
were dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê hey wayê ax dayê dayê nemînim li dunyayê
Ezê bi dîharê Xanzila şewitî diketim bi darî ter e
sibe ye bi ser me da tê sura sibê bîna bayê şer e
Gozelê nemayê ewê ku mêra dikuje, yextirma vedigerîne
bavê Seyîd Betal Siwarê Ereb mêrkuj e
ji mal siwar bû siwarê kumêtî kapreşî hewara me Xwedê topî gilover e tu bala xwe bidê bi leqeba kurmancî dibêjin Seyîd Ûsivê kerr e
hey wayê wayê ax wayê wayê wey wayê
ax dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê nemînim ser Ūsiv ra li dunyayê li dunyayê
were dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê hey wayê ax dayê lê dayê nemînim li dunyayê
Ezê bi dîharê Xanzila şewitî diketim bi dar û bî ne
sibe ye bi ser me da tê sura sibê bîhna bayê şer bi ser me da tîne Gozelê nemayê ewê ku mêra dikuje yextirma vedigerîne
bavê Seyîd Betal siwarê Ereb mêrkuj e
gelo leqeba kurmancî dibêjin Seyîd Úsivê Dîn e
hey wayê wayê ax wayê...
ax dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê murîdo nemînim li dunyayê
were dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê hey wayê ax dayê lê dayê ez nemînim li dunyayê
Ezê bi dîharê Xanzila şewitî diketim berî li bê ye
sibe ye sura sibê bîna bayê şer bi ser me da têye dema li Bavê Seyîd Betal dibû pêsîrtengiya di mêra
keskî xwedanxêr tune cewabekî bide kûraniya Intabê ba Têlî Etê ye na wele Şêx Mistê Şêxlerê Abiriyê ye
hey wayê wayê ax wayê wayê wey wayê ax dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê nemînim li dunyayê
were dayê lê dayê hey wayê
ax wayê wayê hey wayê ax dayê lê dayê nemînim li dunyayê
Bê dinyayê hey wayê wayê ax dunyayê nemînim li dunyayê
Bê gidiyê sibe ye li dîharê Xanzila şewitî diketim
ji dilê min û te ra darî hûr e
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
kekê Seyîd Betal mêrkî mêrxas e, rimavêj e
gelo ji ocaxa Mala Şêx Eşûr e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum