Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Şukrî Ha Wer Delal
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Şukrî Ha Wer Delal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 3 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Werî ha wer delal ha wer delal
ha wer hû wê... delal
delêl ez bi qurban sibe bû gelo vê sibengê malxirabo tu delal î te yê Çiyayê Omeriya, kozikê Ahmediya, her çar gundê li dorê îro ji êvar da bi serê mi gulîbira Xwedê da hîştiye xik û xalî
Ê ha wer delal
delal ez bi qurban mi ji te ra nego çem şîrîn e çemê kavila Bişêriyê gidî gelo zozan xweş e li welatê xerîb, lo li koçeriyê
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
qayîk xweş e li rû Axdenizê, Qeredenizê li dû gemiyê lo lo berxo tu dêhna xwe bidê
zewac xweş e li mala bavê ser hêwiyê
miradek ew e merû here mala xezûr kêleka xwe bide kêleka xwasiyê
serê xwe bide ser çoka baltûzê
çend rojeka pê şa be memkê qîzê reben ez im vê zeriyê qîzanî xweş e merû send çaleka bigere bi qîzaniyê xortanî xweş e merû çend saleka bigere lo bi azebiyê
gidiyo gelo vê sibengê merû ji xwe ra mirazê xwe bibîne
hînga merû dizane ji xwe ra mirazê xwe li dewrana dunyalikê qedandiye ê de ha wer delal hayê wer delal ha wer delal lo tu delal î
Lo lo Bavê Şukrî, Siwarê Sîqal çi bikim dêrisê gunda da tu ne li mal î le çiyayê Omeriya, kozikê Ahmediya, her çar gundê li dorê berxo ji êvara Xwedê da bi serê min û te ra mane xik û xalî
Lo lo Bavê Şukrî, Siwarê Sîqal gelo sibe bû çi bikim eza bi mêr im ezê bermaliya Erebê reşê lêvdeqandî xîmê binê Berriya lo tewra Jêr im gidî gelo vê sibengê bîhistina mi bihîstî xelkê minî têlî delal î şebabî fodil Bavê Şukrî, Siwarê Sîqal bibû girtîkê mapûsxan û taşxana Diyarbekir

ezê dikim qasekî ji kedera dilê rezîl ra herime dîtina Bavê Şukrî, Siwarê Siqal
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
ji tirsa vî kotiyê vî heram î vî nemerd î lo ca newêrim werî ha wer wer delal hayê ha wer delal
Gidî gelo sibe bû mi ji te ra nego tu delal î
Bavê Şukrî, Siwarê Sîqal çi bikim dêrisê gunda da gelo tu ne li mal î
le Çiyayê Omeriya, kozikê Ahmediya, her çar gundê li dorê
berxo ji êvar da bi serê min û te da mane xik û xalî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.