Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Berdilkê Dilê Min

🎵
Şarkı Sözleri
De lo lo lo delalîko sibe ye li derê malê hûy hûy lo disekinîm mi dî bejna zirav jêliv dihat
tu bala xwe bidê di desta da sac bû saca hesinî
minê go berxo dilo tuyê qasekî rûnê ji derdê dilê rezil ra
kozikê dade, agireki li ser da ax lo yek li binî
heya dunya xweş ava be dêrisê gundê me da rûnê bêje kuro delaliyo berxo di kaviliyê gunda da tu berdilkê ax dilê min î
Lo lo kuro kulmalo gelo bejna mi di kaviliyê gunda da
ji te ra ne kin e ax lo lo li mino ax lo ne dirêj e fena tak rihana li dev geliya, ber zinara
tu bala xwe bidê gul û bi Rebî şax davêje
hela were qasekî li kêleka min esmerê rûnê
ji kedera dilê rezîl ra vê sibengê awaz bi awaz mijûl bibe bê ji derdê dilê rezîl ra berxo lo hûr bibêje.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum