Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bêrîvana Mala Mezin
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bêrîvana Mala Mezin

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman.... eman eman lê bêrîvanê
ax lê lê gidî lê lê lê gidî... lê lê gidî lê bêrîvanê
Te piçûkê, te xişîmê gelo vê sibengê malxirabê dîlbilmezê, lê te nezanê heft xwezila bi wî çaxê te milê xwe dabû pîkê vê eywanê
sebrê gidî gelo qolê zêra, ji kotiyê mêra ra dabû ber bendê vê kitanê
vê sibengê ezê li banê qesrê senî bûm li ber pencerê
mi dî kêleka xwe dabû kêleka kotiyê mêra
pê ra ketiyê gilî gotin û mijûlî û qisedanê
sebrê dînê do vî çaxa teyê ramîsanek li mi kerem kir te qewl û qirar û sozek dabû mi da
ez ji te ra sond bixwim bi navê Quranê
ez dizanim tu virek î derewîn î kanê sozê do vî
lê lê Sebrê gelo gilî gazin û loma ji mi neke
bira Xwedê di van sal û zemanê xirab da
çaxa kanê
merû neke tora te tolê te, tolazê gelo vê sibengê ji xwe ra bêîmanê
eman eman eman...
eman eman bêrîvanê
Oy oy oy...
lo lo gidî gelo mi dî bêrîvana mi
cotê elbê toqatî avêtî zendê zerbadayî dimeşiya bêrîka evan miya gelî gundî cînarno ji xwe ra ketî nava qîz û bûkê berxê van gundiya tu dêhna xwe bidê li eniya kever dibiriqî qolê zêran, hewar Xwedê lo mecîdiya gelî gundî cînarno hûn sêr bikin li bejna zirav, gelo li qolê zêran û zîva li kembera zêr û zîvîn ser bejna tenik da diteyîsî
hewar Xwedê gelo dêre çîta, dêre spiya
hela dêhna xwe bidê kewa gozel kêleka xwe dabû kêleka kotiyê mêra pê ra ketiye gilî gotin û hey wax li min reben ez im, lo mijûliya

Sebrê gelo têye bîra te da do vî çaxa
ez û tu va ketine kêf, henek û zewq û lo laqirdiya berxê gidî te sozek ji mi ra dabû
malxirabê gelo vê sibengê ew çi qewl û qirar bû
tu îro ji xwe ra ketî virra û derewa, dest davêjî qûrî buxtana, lo bêbextiya
eman eman eman...
eman bêrîvana mala giranê
Lo lo kuro kulmalo gelo ev çi gotin e tu dibêjî
bavê te mir, berxê bavê te mir
ew çi gotine gelo doh vî çaxa vê sibengê
te ji xwe ra sozek ji mi standiye te bi serê mi kir
lo bêbexto gelo ji xwe ra xebera şîrîn te ji mi standiye, lo ji xwe ra dibir
lo bêbexto tu rûnê ji qedera xwe ra şukur biki,
ji Rebî ra bibê Rebî ji te şukur
hey bêbexto rojê carekî ji xwe ra li qedera xwe şa bibe
ji xwe ra bike sebr û ebir
eman eman eman
eman lo bêrîvana mala mezinê
Gelî gundî cînarno mi dî kewa gozel tê ji xwe ra jêliv wa diqebîne tu dêhna xwe bidê dêrê kewa gozel vê sibengê malxirabo
ne xas e ne şam e ne qutnî ne, tu sêr bike di çîtî ne
hewar Xwedê gelo vê sibengê malxirabo ji xwe ra temam û deqdeqî ne qîz û bûkê êlê teman ji xwe ra li dora xwe civandiye
ez ji te ra sond bixwim dikin kêf, henek û zewq û laqirdî ne
sebrê tu nifirê li te nakim
belkî Rebê Jorîn kotî miskînî heramî mêrê te bistîne malxirabê tu rabe xelkê bêje te ew çi nifir bû te kir
ezê bêjim kewa gozel hem virrek e hem derewîn e
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê eva cara sisiya ne vira dike berxê ji xwe ra mi dixapîne
Eman eman eman...
eman eman bêrîvanê
hewar Xwedê gelo bêrîvanê
te şêrînê gelo kulîlka nava qîzanê malxirabê te êmîşê nav dikanê
qewala ser zar û zimanê di xortanê
wey mereqa dilê kalan û pîranê
sebrê gidî vê sibengê ew çi ziman bû te ji xwe ra dikir
qolê zêra kutabû ber kofîka vê kitanê
berxê gidî ew sozê te do vî çax ji mi ra dabû
gidiyê gelo qewl û qirar kanê
eman eman eman eman bê bêrîvanê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.