Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bermaliya Mêrê Kotî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bermaliya Mêrê Kotî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman... oy oy oy rezîlo dilo
oy Xwedê Rebî ca rabe vê sibengê ezê çi bikim ji xwe, ji vî dilî hela bala xwe bidê vê sibengê mi dî kewa gozel ji xwe ra sêl hilanî ji mal derket bi ordama qazê vê sibengê meşa quling
nav koçerê jêrîn da dimeşiya lo dimilmilî eman
gelî heval û hogirno mi go keçê kulmalê
tu ji kî ra malê dikî xwelî li te be, li wî dilî
go lawko gelo vê sibengê mi xêr nedî ji xwe ji her çar roj û miradê di ewilî ezê çibkim vê sibengê dayika donzdeh dergûşa me
ezê çi bikim ji te wî, ji xwe wî, ji vî dilî
hela were qasekî vê sibengê emê li ser kaniya binya mala runên derd û kulê dunyalikê tev birêjin
malxirabo ji vî dilê hanê tu çi dibê tu çi bi kulî
eman yeman yeman...
oy oy oy way ax hayê
Digo kuro kulmaliyo sibe ye heft xwezila bi wî çaxî ezê li gera biniya mala senîbûm te xwe da nîva dêrî gidî gelo senî li nîva dêrî
te ji mi pirsî go keçê kulmalê ezê bi tekim tu Rebî dihebînî
tu azeb î ya bi mêr î
mi ji te ra go malxirabo hela were li mal mêze ke dergûşa hêlanî bala xwe bidê gelo vê sibengê tê ji vê gotinê ra çi bêjî lo çi bibî sêrî
digo keçê kulmalê min çûye cem melê gundê me
li kitêbê mêze kiriye qedera mi li serê te ye
go lawiko bi kaxit û niviştê Şêx û mela tu car vê sibengê naçe sêrî
go delaliyê heft xwezila bi xêrê xweziyê di Xwedê ra
tu ji mala me ra bûk bûyayî ez ji tera malxwêy bûma
Xaliq Rebî gelo vê sibengê hêşiya konê Erebî ezê rûniştî bûma minê bala xwe berdayê te li biniya mala
ji xwe ra kerî pezê qerqaş dida bêrî
minê bigota oy oy oy... bermaliya mêrê kotî ye

ez çi bikim qeder yaziké ilahiye
geli gundi cinarno gili gazin û loma ji dilé miné rezil mekin
çav û buriyê reş û belek şeva işev ji xwe ra miné xewna xwe da diye
Digo kewa gozel sibe ye tu sér bike ezê li derê malê sení búm
mi di bejna zirav hatiye binya min ra derbas dibû wey Xwedeyo lo difikiri geli heval û hogirno gílí gazín ú loma
ji dilê miné rezilê bê qewlê bê qirar mekin lo gidi
xelk bú aşiqê mal û hal û temelê dunyaliké
ez evdalê Xwedê bûm aşiqe bejna zirav, dev û lêvê teniké
Xalik Rebiyo coté zer memika, bejna zirav, démé guli, yanaxé ehmedi heta mila ber şefekê ji bîr nakim
eva marusé lawé marusa çawa devê xwe dide ser dev û lêvé di şekiri
eman oyo eman oyo eman oyo eman oyo... dil çetin e
eman oyo eman oyo eman oyo... gidi bermaliya mêrê koti ye
ez çibkim qeder yazîkê îlahî ye
geli gundi cinarno gili gazin û loma ji min mekin
dev û lêvê şekiri, yanaxê ehmedi, terzê di hakimi, bejna zirav gelo mi di xewna xwe da diye
Digo kuro kulmalo miskini heramî mêrê xirav li mal nîne dergûşa min digirî ez li berim eman oy oy eman gidî wîy malxirabo gelo vê sibengê tu miskînî mêrê mi begem naki ez ji te ra sond bixwim ji te ra
hem û kêl im hem kember im eman gidi
lawko gidi dema ji gavê din da ezê li te mêze dikim dewsa hêsira xwún dirėji lo bêbexto dayka donzdeh kura vê sibengê donzdeh qîza bim saeta tu ji xwe ra min bibî, seb xatirê eşqa dilê rezîl bi te ra werim eman oyo eman hoyo... mêrê mi xirab i
ez çi bikim destê mi ji dergûşa hêlanê vê sibengê qîz û bûkê malê Xwedê xirav bike ji hersé lawa nabe
geli gundi cinarno vê sibengê te dilê mi kirî fena gurzek gihayê kode lí bêlanê bilind agir pê keve
Xaliq Rebiyo agir pê keve, ba lê rabe
eman oyo eman hoyo...
eman hoyo mêr koti ye.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.