Şarkı Sözleri
Lê lê muhubê hela tu rabe gelo vê sibengê welatê me Serhed e berxa dilê mi temi weyseta mi li te be kêleka xwe mede kêleka kotiyê mêra pê ra mijûl nebe, xeber nede
ezê di bextê te û Xwedê ketime kofika şeng nede dûzanê girê mede berxa dilê mi tu nizanî
alîkî singê te ji mi ra berf e
ez ji te ra sond bixwim
orta germa
Îzmîrê yek cemed e
berxê lê ax lo li minê
ezê bêjim kubarê li minê
te çima ez dîn û har kirime berdame li rû dunê bejna zirav hatiye nava her çar mala berxê li gotinê
Lê berxê sibe ye gelo
li welatê me ji xwe ra li berfê lê baranê
xweziya mi bi wî çaxî te bejna zirav da şitavê
mi bizanibiya te kofîka şeng ji kê ra dabû vê dûzanê te çavreşê gelo vê sibengê
kêleka xwe mede kêleka kotiyê mêra
bi pê ra nekeve gilî gotin û qisedanê
ezê bi destê te bigirim çend rojeka
emê ji xwe ra derkevine welatê xerîbê lê xerîbistanê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
emê berê xwe bidine welatê qurbetê
ji xwe ra her sê mehê zivistanê
derbas bikin li nava Ûris, vê Rewanê berxê
ax loy loy loy li mi lo
dilbera mi ji te ra nego te li vê demê li dewranê bejna kubara mi zirav e
ji tayê gulê ji şitla vê rihanê
Xaliqo bi Rebiyo mi dêhna xwe berdayê
kêleka xwe dida kotiyê mêra
xwezila mi bizanîbiya
te çavê reş û belek ji kî ra da dûzanê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum