
Şarkı Sözleri
Axao axao axao...
tevdîra giran vê sibengê konê Erebî ji xwe ra jê mîrat mao malxirabo çawa minê wenda kirî kela qarişî neyar û dijminao kesekî xwedanî xêra tune li piştî Bavê Evdila Kekê Miheme Sidîq lawo gelo rûnê malxirabo emê ji kî ra kê ra rûnên bibêjin maqûlo lo axao
axao sibe ye ezê çûme Kela Kelereşê
ji dilê min û te ra bişewite xweş kele ye
minê dêhna xwe berdayê bavê Evdila kekê Miheme Sidîq mêrkî mêrxas e ez ji te ra sond bixwim tim û tim cara ji mêra zêde kesek tuneye li piştî berxê Mala Hecî Temir Axa vê sibengê rûnê bêje lawo Bavê Evdila kekê Miheme Sidîq payayê kinik lawo mêrkî mêrxas e
wele ez ji were sond bixwim tim û tim cara ji konê me ye
ахао ахао ахао ахао ахао...
le konê giran malxirabo şewitya zozanê jorîn
ji xwe re bê xwedî bê sahab mao
Ca sibe ye ezê diçûme malxirabo newala jorîn
li nava dar çaliyan û çirpiya minê bala xwe berdayê
peyakî jêliv dihato direviya
diçûme pêşiye migo berxo gelo çi bû, çi qewimî, wa çi ciriya
lo lo bira tu nizanî derbekî bi dest berdane bedena kin î mêra
Bavê Evdila kekê Miheme Sidiq lawo
tu dêhna xwe bidê berxê Mala Hecî Temir axayê hayê wey la lawo vê sibengê malxirabo hînga mi dizanîbû ûrt ocaxê Mala Hecî Temir ji dunyayê diqeliya
ахао ахао ахао...
wey la kela qarişî neyara kelemê ber çavê dijminao
le çawa vê sibengê cotê xanima gelo ji xwe ra reş girêda
li pişt perdê da hêsîr mao
Axao sibe bû ezê li Kela Kelereşê diketim
ji dilê min û te ra minê bala xwe berdayê ji xwe ra bi dar û bi kevir e
hewar Xwedê sibe bû mi dît Eskerê Reşît axa ye
bi ser me da zarezar û birebir e
tu nizanî temamî mêrxasê lawo tolmexur e ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi ser bavê Evdila kekê Miheme Sidîq wa digire gelî gundî cînarno ez ji te ra sond bixwim bavê Evdila kin î mêra mêrkî mêrxas e hetanî neyê kuştinê ji kozîka xwe ranabe li qarişî neyara tê kuştinê wa dimire
ахао ахао ахао
maqûlo cotê bûkê serbixêlî reş girêda di pişt perdê da hêsîr mao
newala fêzî mala zozanî jorîn tu dêhna xwe bidê
konî Erebî li piştî kekê Miheme Sidiq Bavê Evdila ji xwe ra bêxwedî mao.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum