Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bi Hesabê Hesabdara
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bi Hesabê Hesabdara

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lê lê gewrê hesabdarê welatê me hesabê xwe şaş kirin bi hesabê hîvê tu sêr bike îro sê roj ji xwe ra çûyê ji havînê sebrê tu sêr bike bira Xaliqê Alemê van sal û zemanê xirab da merû neke tora te sêrbazê, te qecerê, dilbikulê, derewînê
ew çi bêbextî bû ji gavê din da di gundê xirav da
te derbekî xençerê li serê dilê mi daye
tu Hekîmê Loqman ji ax û berê sar tu rakî
ez ji te ra sond bixwim tu cara nabîne kew û melhema hê vê birînê gidiyê gelo tu rabi cîkê mi dayni li banê qesrê li bircê kelê
hewû rebenê gelo li ber pencerê hê li şaneşînê
berxê bi desmala ser destê xwe li ser çavê mi bike bangê hê baweşînê sebrê hînga ez dizanim dêrisê gunda da mi ji xwe ra vê sibengê dîtibû gidiyê gelo kew û melhema hehû rebenê hê vê birînê
ax nemaê nemaê nemaê...
ez heyanî sax bim li dewrana di dunyayê kesîriyeta malê dunyalika derewîn nîne kedera dilê rezîl e sebrê ax hayê
tu sêr bike keder û mereqa xirab e gelo
derdê giran e ji dilê hê mi dernayê
Lê lê Gewrê sibe ye hesabdarê welatê me hesabê xwe şaş kirin
bi hesabê hîvê îro du ro
hewû gidiyê gelo tu li ser xanî ez li hunduro
xwezila tu bûka mala mi biya
çend saleka ji min ra bibiya bermaliya teze
minê ji te ra dêrisê gunda da bigota keçê kulmalê te ji min ra bigota evdalo gidiyê hê dîsa kuro
ax nemaê nemaê...
ez heyanî sax bim li dewrana di dunyayê kesîriyeta malê dunyalika derewîn nîne kedera dilê rezîl e sebrê ax hayê tu sêr bike keder û mereqa xirab e gelo derdê giran e ji dilê hê mi dernayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.