Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Can Hey Can 1
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Can Hey Can 1

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

were can can can hey can...
wî can can hey can
De lê lê bedewê sibe ye vê sibengê tu sêr bike ezê dakevim rastek ji rasta Parsînê
tu sêr bike vê sibengê li rasta van bêdera minê bizinekî kûvî ji kêfê ra rakiriye
minê berê bizinê daketî vê sibengê
li zozanê di Çûlyê li Maçûlyê, li Axûryê, li Sînê bi Sînêgê, Qazgolê û Bingol û Şûşar û Tekmanê welatê me Serhedê gidîno li ser Evdurehman Qazî
na wele berê xwe dabû ser cotê Qizlera174
were can can can hey can...
wî can can hey can
Kawê kubarê tu bizin î bizina kûvî
minê ji xwe ra ji tim tim cara ji te kiriyê rica û hêvî
ew çi rêk e tuyê ji ber mi direvî wa dibezî
fenanî gaza Mêrdînê dipîvî
berxê ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kî
tu care tu car tu zemana mi dî berê xwe dabû welatê Serhedê
zozanê Paletokê ji xwe ra biribû nivî
kawê kubarê xelq bû aşiqê mal û hal û temelê dinyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav dêmê gulî
yanaxê ahmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî
çavê biriyê reş û belek girêdanê kofî û kitanê bejna zirav tu sêr bike şirika kembera zîvî
were can can can hey can...
wî can can hey can
Çiyayên li herêma Xalyazê ne. Di navbera Qereyazî û Xuristanê de ye.
De lê lê şirînê ezê vê sibengê
ji genciya te ra şa nabim ezê bi navê leqeb
ji te ra bibêjim kawê kubarê lê wî lê lê pîrê
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê tu tirş î ji dara lêmûnê
na wele tu tûj î ji bêxwediya pîvazê tu tehl î ji bêxwediya sîrê gelo vê sibengê ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê li ber çavê mi evdalê Xwedê gelo fenanî pûrteqalê Dortyolê na wele hêjîrê kaviliya Edenê, hinarê Bêlecûkê sêvek ji sêvê welatê me Serhedê li Xelatê na wele fenanî pestîlek ji pestîlê şewitiya Cizîrê
were can can can hey can...
wî can can hey can.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.