
Şarkı Sözleri
Lê lê bêmal dînê çavê te reş û belek in lo tim bela ne hey bêbavê sed yazixa çavê reş û belek nebû
te bi kilê Sibhangolê lo reş kildane
Xwedê derê bavê te kilîta reş lê bixe
tu çima bûye sebebê gelek qîz û bûkê ter û cane
gelek canik û camêra, dayikê dergûşa berxo jinê lo xwe berdane hey bêbavê tu dêhna xwe bidê îro çendê me temam bû
tu çima bûyî sebebê gelek mêr û camêrê lo musulmane, kesek ji xêrê derdê mi ji xwe ra malxirabo nizanî derdê kesekî qasê derdê mi da lo ne giran e
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
der û cînar, gundî, malî tev rûniştin
ji derdê min û Kewa Gozel mijûl bûne, lo qisedane
Kewa Gozel digo kuro delalîko
ez ji te ra sond bixwim gera biniya male me bişewite lo bi dar û bî ne ez rebena Xwedê îro ji bona xatirê nefsa te
vê sibengê çûme ava kanîka kanî şêrîn e mi go delaliyê dilê mi îro tê çend rojeka li mala bavê mi rebenê misafirî ca dimîne bira çend rojeka li mala me da bimîne bira lezetê ji bedena lo xwe bibîne
hela bala xwe bidê minê dizanîbû dêrisê gundê me bike fesadî şeytanîne ez ji te ra sond bixwim, sonda qesemê, bi Qurana mubîne
ew gotinê tu dibêjî ji gavê din da ezê dikim nakim malxirabo narim ser da ez ji te ra sond bixwim xeber haya mi ji tu gotinê lo qe tunîne
Lawko digo Kewa Gozel tu dêhna xwe bidê
kaviliyê gundê me bişewite lo terazin e
hela bala xwe bidê vê sibengê êla mala bavê te êlekî giran e taximekî mala li jor e, yek li jêr e, lo yek li bin e
ezê bi te kim tu Rebî dihebînî tu cara ber çevê mi wenda bibe
zalim dînê gelo li qarşî mi ji xwe ra malxirabê lo nesekine ezê ji gavê din da li biniya konê jêrîn sekinîbûm
minê malxirabê gilî gotinê tu mijûl bûyî
mi temamî bi çavê xwe dîbû bi gohê xwe lo bihîstîne
Lo lo kuro delaliko ezê ji gula lo tev rihan im
lo bêbexto tu dêhna xwe bidê ezê ji gula gula teze me, lo ter û can im ezê ji te ra son bixwim ji gavê din da ezî nexweşî bê hal im
bê fenanî êşa lo li diran im
hey bêbavo ezê bi te kim, tu Rebî dihebînî tuyê qasekî were li kêleka mi rûnê malxirabo bes e derd û kulê dunyalikê li mi teze bike
ez di bextê te û Xwedê ketime ji gotina mi gotibe ez ji te ra sond bixwim îro bi şûnda lo ez pîşman im.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum