Şarkı Sözleri
Bê çemo hay lo
Ax lo çemo
wey la dilbikulo lo dilbixemo
felek were xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê di kaviliyê gunda da
bi hêsîr û dîla timtêla xerîb, çav û buryê reş û belek dêmê gulî, yanaxî ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî
wey Xwedêyo gerdena di zer, çepilê dirêj, bejna top e gilover wey gidîno ax lo kina xwemo
wey zalimê derd û kulê dunyalika derewîn dilê mi evdalê Xwedê da qe tunebû
di van her çar rojê derbihara şewitî tu bala xwe bidê çav li bejna te ketim te sozek ji mi ra dabû, le çima di dilê mi da wisa bûye derdo
wey Xwedêyo bi mereqo li min lo bûbû xemo
Hey lo çemo bê wey lê avê
gidî ezê vê sibengê mêvanê mala bavê
gewra xwe bûm
mi dî qasekî elbê toqatî avêtî zendê zerbadayî
wey Xwedêyo çek û çamaşir û cilê xwe hildanî
cilkê pê ra dimeşyabû ca li ber avê
wey Xwedêyo cil dişûştin wey li min wey Rebî dida tavê
zalim gelo îro çendê me temam bû
ez evdalê Xwedê ketime tora te qecerê te sêrbazê
bavkafirê wey li min lo te bêbavê
gelî hevalno hogirno ezê rûniştim ji derdê dilê rezîlê dilbikul ra dibêm
mi dî vê sibengê heval û hogirnê mi ji mi pirsîne mala te xirab be îro çendê te temam bû derdê te çi giran e
mi go ez evdalê Xwedê dimirim ji bona kewa gozel lo Rebiyo lo bejnziravê wey Xwedê îro le du rojê mi temam bû
minê bi ser gewra xwe da kiriye le şûşa gulyaxê ji gulê Rebiyo vê gulavê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum