Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Çerxa Felekê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Çerxa Felekê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo lo lo...
lo lo kuro delaliyo ca rabe
serê xwe bilind ke sêr bike li çerxê vê felekê
ax berxo dîno vê sibengê li çiya lo lo lo... li zozanê
ez ji te ra sond bixwim gelo taxima sing û berê mi keçikê
ji te ra fenanî belekiya berfa çiyayê Kosedaxê
li Bîngolê gelo tu sêr bike li etegê lê lê lê... Bilêcanê
êtîm dîno tu dêhna xwe bidê gelo
spî dike li etegê çiyayê bilind lo lo lo... vê Sîpanê
hela dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
ezê rabim ji delaliyê dilê xwe ra bejna zirav bidim şitavê
qasekî ji eşqa dilê rezîl rûnêm gelo ji xwe ra lo lo lo... vê dûzanê
ezê rabim xwe bavêm ber bextê xelkê xwe nî têlî delalî şebabî fodil bira bi destê mi bigire mi birevîne bavê ser ziyareta
malxirabo li ba Sîahmedê Silîvê Xaliqo Rebiyo li serê ax lo vê Sîpanê
ax lo lo lo...
lo lo lo delaliyo were
Lo lo kuro delalîko ca rabe îro vê sibengê
ezê nexweşim lo lo lo... narim çolê
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
ezê bi destê delaliyê dilê xwe bigirim derkevime etegê Bilêcanê
emê jêrê biniya da sêr bikin nava Gola Şêlû lê lê lê..... li rexê golê
lawko dîno mi sond xwarî bi sonda qesemê
hetanî sed wahde li bedena mi ketibe
tu car terka delaliyê dilê xwe nadim hetanî navê min û te va dernekeve
li bajara giran gelo li şehrek lo vê Stenbolê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.