Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Çîyayê Mûşa Şewitî Bê Dar Nabe 2
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Çîyayê Mûşa Şewitî Bê Dar Nabe 2

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Esmer heyran gelo mi ji te ra nego esmerê wele nabî dîlberê wele nabî
sebrê çiyayê Mûşa şewitî le bê dar nabî
ez ji te ra sond bixwim di van sal û zemanê xirab da qîzê bakire di malê bava da bê yar nabî
ê hê hê û hê esmer were
eman eman eman...
eman eman dîlber eman
Esmer heyran gelo mi ji te ra nego
bihar e çiyayê Mûşa şewitî li van zozana
qirranê mala bavê esmera mi giran e lê hatî dana
sêr bike qîzê donzdeh û sêzde salî
hela bala xwe bide li bera û hê van bistana
gelî gundî cînarno mi ji te ra nego
qîzê û bûkê van sal û zemana di mala bava da bê
yar
ez ji te ra sond bixwim bistan gir kirin dan ramîsana
ê hê hê û hê esmer were
eman eman eman...
nabî
dilbikulê esmer ez heliyam
Esmer gelo mi ji te ra nego
taxima sing û berê esmera mi li vî çiyayî ne li vî banî
berxê gidî gelo te konê mi ji erdê rakir
konî heramî mêrê xirab li dewsê danî
tew zalimê te mala mi xirab kiriye ji xwe ra bi wî zarî, bi wî zimanî
sebrê gidî tu sêr bike ne mi ji te ra nego
qîz û bûkê van sal û zemana di malê bava da bê
yar nabin
malxirabê gelo mi çawa mala xwe xirab kiriye bi nezanî
hê hê û hê dîlber eman
eman eman eman...
ax dil bi kulê dîlber ez heliyam
Lo hêtîmo dilê mi ji te maye
heramî mêra bi destê zorê lo ez revandim
bê teresê te vê sibengê çima di dêrisê gunda da ez xapandim
lo lo kuro hêtîmo bes e bibêje halê dilê rezîl da
ez ji te ra sond bixwim fenanî donî bizinî li ser saca hesinî di gavê din da te ji xwe ra lo ez helandim
hê hê û hê dîlber eman... dil bi kulê esmer ez heliyam.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.