Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › De Herê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

De Herê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Werî loy de herê yê...
de herê yê de were
keser û kedera dilê mi lawiko ez gune me
Kuro êtîmo dilê mi kelekela vê havînê
mi dî lawikê mi nexweş e, nexweşê nav nivînê ezê rabim cîkê gede lawikê xwe daynim
li eywanê ber pencerê, li qesra jorîn gelo ji xwe ra li şaneşînê
gidîno tu dêhna xwe bidê hê bi desmala ser destê xwe li ser çavê lawikê xwe bikim bangê baweşînê
heger dê û bavê mi ji der da hatî gotî keçê law kî ye? ezê bêjim korahî bi çavê min û we da hatino
hûn nizanin lawikê mi nexweş e nexweşekî bêhal e
tirsim bimirim lawikê xwe têr nebînim
dimrim bi wî kulî, bi wî derdî, nemînim wê keserê, wê birînê
Werî loy de herê yê...
de herê yê de herê
keser û kedera dilê mi lawiko ez gune me
Le kuro lawiko ho sibe ye vê sibengê malxirabo lawikê mi nexweş e hê nexweşî bêhal e
ezê cîkê lawikê xwe daynim li eywanê li şaneşînê reben ez im vê sibengê li ber pencerê
êtîmo çi bêbextî bû li gundê xirab da
te li mi xistî derba kêrê, tîra vê xençerê
ezê rabim gelo desmala ser destê xwe
bi ser çavê lawikê xwe bikim bangê baweşînê
heger dê û bavê mi ji der da hatî gotî keçe law kî ye? ezê bêjim korahî bi çavê min û we da hato
hûn nizanin gede lawikê mi nexweş e, nexweşî bêhal e

tirsim bimirim lawikê xwe têr nebînim
bimrim bi wî kulî, bi wî derdî, bi vê kulê vê kederê Werî loy de herê yê...
de herê yê de herê
keser û kedera dilê mi lawiko ez gune me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.