Şarkı Sözleri
De lê de waê de wayê...
kubarê ezê ji te ra bibêjim felekê xayinê boş dunyayê
emrê ku çû tu cara bi şûn da nazivire gêrî nayê
ezê bi bextê te û Xwedê ketime tu rabe bejna zirav bide şitavê
qolê zêra bikute ber şarê vê hemayê
emê bi destê hevdu bigrin
çend rojeka bigerin dûmeka vê dunyayê
malxirabê aqûbeta min û te
va bû aqûbeta Mem û Zînê, Hesen û Belqîsayê
ez bi qurban dîsa Úsiv û Zelîxayê
de wayê de wayê de wayê de wayê
Ê lê dîlberê îro malê me danîne li çiya
li zozana berxa dilê mi li bilinda
de wayê de wayê de wayê...
esmerê serê mi bi heyran emrê mi bi gorî
îro malê me danîne li zozanê jorîn ji xwe ra li ber bilinda
kubarê buhara welatê me hatiye
gelo pelê gulê û sosin û rihan û leymûnê li me vebû
qedera mi bi reş bû şansê mi tunebû
tali'ê min û delaliyê dilê mi ra berfekî li me barî
pelê gulê û sosin û rihan û leymûn û dar û darçînê ma di bin da
ezê rabim destê kubara dilê xwe bigrim
qasekî ji zozana dakevim dêrisê gunda
berê xwe bidim kêleka dêreçita, mêzerhêşîna, laçikspiya,
kofîkêla, çepildirêja, bejnbilinda
ezê ji eşqa dilê rezîl kêleka xwe bidim kêleka gewran û rinda
kê dîtî herdu malxirabo dilê maşûqê dil di hev da ji hevdu biqetin yek derkeve zozana, yek bimîne germ û germistana kaviliyê gunda kesîretiya malê dunyalika derewîn nîne kedera dilê rezîl e sebra dilê mi meraqa xirab derdê giran ma di dil da
de wayê de wayê were de wayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum