Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Delala Gimgimê (Subha Hacî)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Delala Gimgimê (Subha Hacî)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê lê...
ax de lê lê delaliyê sibe ye
bejna te zirav e ji tayê rihanê, ji topa rimê
hêşîn dike li Çûlyê li Maçûlyê, li Axuryê,
li Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngol û Şûşar û Tekmanê welatê me Serhedê berxê tu sêr bike gelo li Varto li Gimgimê,
xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna Subha Hacî
te piçûkê, te xişîmê, te narînê,
te nazikê, devlikenê, xeberxweşê, te xanimê
tê bîra te da do vî çaxê li dîwana mala bavê te rûniştîbûm
di nav heval û hogirê xwe da mijûl dibûm
ew tana xirab te li min daye
sed wehde li bedena mi ketibe
îro bi şûn da mala bavê te bi xêr û xizne be
ez tu cara berê xwe nadimê lê lê lê lê ax hayê
Ax de lo lo delaliyo ez bi qurban sibe ye
çendê me temam bû ezê xeyîdî me bi te ra xeber nadim bihîstina mi bihîstî tu bi dilşikestî malxirabo çûyî welatê Diyarbekir ew şarê ji şarê Diyarbekir te anîbû tu bişînî
ezê ji dilê xwe yê bi kulê bi birîn ra ji te ra rîşiya badim
lo lo kuro bêbexto sed wehde li bedena mi ketibe
îro bi şûn da am û alem bibêje kewa gozel, Subha Hacî ji te xeyîdiye
tu wisa bizanibe heyanî dunya xweş ava be
ez di para dilê xwe da dîsa te bi êl eşîra mala bavê xwe tevî nadim lo lo kuro bêbexto sed wehde li bedena mi ketibe
heyanî dunya xweş ava be îro bi şûn da
dîwana mala bavê mi da tu pirs û tanê xirav ji min ra bibêjî
sed wehde li bedena mi ketibe îro bi şûn da li qarişî te nasekinim bi te ra xeber nadim lo lo lo lo...
Ay de lê lê delaliyê sibe ye bejna te zirav e ji tayê rihanê hêşîn dike li Çûlyê li Maçûlyê, li Axuryê,
li Sînê bi Sînegê, na wele vê sibengê ji xwe ra li vî tatî berxa dilê mi gelo vê sibengê minê bala xwe berdayê sebra dilê mi fenanî kehêlek ji kehêlê di Ubeyda avêtiye zendê zerbadayî cotê elbê jê di toqatî
tev xwezila bi wî çaxê ezê li derê Birca Belek senîbûm mi dî tu bi ordama qazê bi meşa quling
te meşmeş kiriye di jor da tu dihatî
girêdan û timtêla kewa gozel fenanî qîza mişîrê Ezirganê na wele fenanî qîza ji qîza Êl Melîkê vî welatî
berxa dilê mi dema tu ji gotinê û sozê xwe pîşmanî sed wehde li bedena mi ketibe fenanî qanûna dewletê di para dilê mi da tu beratî lê lê, lê lê ax de lê lê
Go kuro êtîmo te ji bîr kiriye tu ji mi ra bibêjî Subha Hacî tu nizanî bejna mi ji te ra zirav e fenanî tayê rihanê hêşîn dike li Çûlyê li Maçûlyê, li Axuryê,
li Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngol û Şûşar û Tekmanê gelo li Varto li Gimgimê li vî qeracî
kuro gede dîno sibe ye heyanî dunya xweş ava be
sed wehde li bedena mi ketibe tu cara nav heval û hogira da li te nexim gotinê xirab vê sibengê ji te ra nevêjim gotinê acî heyfa mi li wê heyfê têye zemanê hanê xirab e
tu vê sibengê bêbavê gelo tu bê esl î bê qewl î bê qerar î tirsim zemanekî xirab were di nav heval û hogirê me da tu ji mi ra bêjî qardaş, ez ji te ra bibêjim bacî lê lê...

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.