🎵
ŞARKI SÖZÜ

Delêl

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Delal le hayê hayê wayê ax hayê
Delêl ez bi qurban sibe bû mi ji te ra nego dêr e bi min dêr e Xeyêlo dêr e bi min dêr e
çêkirina Mêrdînê li pozê zinêr e
rasta Ürfayê cîkî şêr e,
kaviliya Qirîjdaxê mexelê pezê sorê nêr e Delêl ji malê siwar bû, siwarê seglawî nêr e pozê wî malxirabî bilind e tu cara ne berjêr e mi dî bêxwediyê hespê di binê Delêl da dikule ezê nizanim ji nal e nizanim ji bizmêr e, yeqîn nizanim ji giranya siwêr e
Delêl dilê min da pir ezîz î, pir şêrîn î
te nadim Sîehmed begê Silîvî destbirayê Qedê axretê xwedanê lahorê qetlê gakûvî malxirav
li serê Sîpanê Xelatê qoçê xwe têhildavêt binê zinêre Xeca porkur li wê derê bêxweyî bêxwedan dihêle
te nadim kurê Mistefayê kinik xelkê Beriya Jêr e
sal û donzdeh meha xwedanê donzdeh birr pezê nêr e
te nadim Ehmed Begê Rihalî merikî bavê donzdeh eşîran e
bi i şev bi roj çay û qehwa xwe bi destar dihêre
te nadim lawê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
heft saliya xwe da deh pere nedaye dewletê
wel xeyêlo gelo vê sibengê ji xwe ra neavêtî xizne û zêr e
Eman hayê hayê hayê wayê
delêl ez bi qurban sibe bû vê sibengê
xwezila delêlî malê bihata mala bavê mi rebena Xwedê bi mêvanî
çend saleka li welatê me rawesta
tasek ava sar û cemidî ji min bixwesta
minê destê xwe li ber pişta xwe bixista

kilîtekî jê derxista li devê buyuk çekmecê bixista tasa zêr û zîvîn jê derxista
Feratî Bêlecûkê qam ber xwe bixista
derbas bûma Hemis û Hekayê, Mûsil û Bexdayê
Beyta Şerîf Beytulahê, Stanbola şewitî nîvê dunyayê qasekî rûniştama li ber kanîka vê Serayê
malxirabo minê tasa xwe li avê bixista
çavê xwe kil kira, natika xwe têl kira, biskê xwe hil kira bîst û çar terza xwe bixemilanda
Delêl rûniştî bû
di ser milê xwe ra bi şîrînî bi ezîzî bi xişîmî bi nezanî ji kêfê ra dabigirta bida desta
eger
Dêlêl li min nihêrî ji xwe nihêrî, gava ku nenihêrî minê destê xwe li binê destê Delêl bixista
qasekî ji kedera dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra
sêr bike bi şîrînî bi ezîzî bi xişîmî bi kubarî bi piçûkî
di binê zêr xizêmê ra lêva tenik û zirav ji Delêl ra têr bigezta Delêl
le bi rojê ezê bibêjim delal
bi saetê li deqîqê delal, li çarîkê delal
li gavê delal, li lahzê delal
tu delalê dilê min î, qam û qidûmê çokê minî,
qanat û baskê min î
ezê bi rojê te têr nabînim şevê nîvê di şevê
çima nahêle xew kim çava
çima wisa li xewna min î
te dilê mi kirî sêlek ji sêla di hesinî,
agirek da bû ser da yekî binî
tu sêr bike gav û lahzê bivêjim delal saet û saniyê bibêjim delal
taxima sing û berê mi rebenê ji te ra fenanî avê li Çûlyê li Maçûlyê, Axuryê, li Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngol

Şûşar û Tekmanê welatê me Serhedê
avê çeman û kaniya, tasa spî ava zelal
mi gulmek jê nexwar rojî ji rojê Xaliqê Alemê
te nego lawiko delal, miskînî heramî merê min ê xirav ne li mal tu were şeva îşev di ser derd û kulê dunyalika derewîn ra taxima sing û berê mi gulîbira Xwedê dîsa li te helal be Delêl
Eman hayê hayê hayê wayê
delêl ez bi qurban
xwezila delêlî malê bihata mala bavê mi keçikê bi mêvanî
mi sonda qesemê sond xwarî li kêleka Delêl rûnanêm
bi şertê helaliyê ji Delêl ra delal nakim
ezê segvanê cindî li hêşiya konê Erebî di xew rakim kolosekî devetûkî bînim di nava çava kim
qonderekî Helebê di linga kim
ebakî Besra li nava mila kim
vê sibengê sêr bike eger pîra dê, kalê bavê qayîl bûne ji xwe qayîl bûne
gava qayîl nebû koma bira, pismama teva bi qurban kim
ji kêfê ra ezê segvanê cindî li hêşiya konî Erebî di xew rakim
feratî Bêlecûkê ber xwe xînim qam xilas kim
xwe berdime Hemis û Hekayê, Mûsil û Bexdayê Beyta Şerîf Beytullahê, Stenbola şewitî nîvê dunyayê qasekê rûnêm ber kanîka vê Serayê
cotek şalûl û bilbil, têlî tembûrê peyda kim
bînim bi ser serê Delêl da ji kêfê ra bi darda kim
bi sura sibê ra, bi azanî mele ra
bi qêrînê dîka ra, bi kilekilê meşka ra
lûbelûbê jinebiya ra, bi dengê qîzan û bûka ra
bi fîtînê nêçîrvanê serê çiya ra, hokînê şivanê ber keriya ra norînê deveşê ber deva ra, bi zereqê tavê serê siba ra
bi dengê lawê Kurda ra, birqînê di şûra ra
bi dengê dengbêja, bi defê dewrêşa
bilûrê bilûrvana, sazî sazbenda
bi dengê şalûl û bilbilê, têl û tembûrê

qasekî li kêleka segvanê cindî rûnêm
ji kedera dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra
bi şêrînî, bi ezîzî, bi piçûkî dîsa ji kêfê ra ji xwe ra ji xew rakim Dele Eman delêl, bi rojê delal, bi şevê delal, saetê delal, deqîqê delal li çarîkê delal, li gavê delal, li lehzê delal
tu delalê dilê minî, qam û qidûmê çokê min î, tu qanat û baskê min ezê bi rojê te têr nabînim
şevê nîvê di şevê tu çima nahêle xew kim
çawa wisa li xewna min î
te dilê mi kirî sêlek ji sêla di hesinî
agirek dabû ser da yekî binî
gav û lehzê tu delalê dilê min î
vê sibengê ezê rûnêm ji te ra bibêjim delal
saet û saniyê bibêjim delal
taxima sing û berê mi gulîbirê ji te ra fenanî avê li Çûlyê li Maçûlyê li Axuryê, li sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngol û Şûşar û Tekmanê avê çeman û kaniya, tasa spî, ava zelal
mi gulmek jê nexwar rojî ji rojê xwedanê Xwedê da
te nego lawîkê cindî
miskînî heramî merê min ê xirav ne li mal
minê jê ra bigota êtîmo tu were
ji kedera dilê rezîl ra li piştî vê mereqê
tu rabe vê sibengê
şeva îşev malxirabo taxima sing û bera li te helal be Delêl.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.