Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Delîl Delîl
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Delîl Delîl

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Delil delîl delîl...
lo delîl lo delîlo dilo
Ezê rabim gelo vê sibengê ji malê derketim
çavê mi pê ketiye li bejna zirav ax lo berxê lo vê timtêlê
minê digo bejna zirav
te yê xwe bi mêranî girêda tuyê ku da biçî
digo bêbexto tu nizani ezê herime welatê xerîb û xerîbistanê
ji te ra bona qutiya derd û dermanê simbêlê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
mi bi sonda temam sond xwarî gere tu bibî axa
ez rebena Xwedê bibime xanim reîsa
ax delîl delîl delîl...
lo delîl lo delîlo dilo
Ez û bejna zirav emê ji malê derketin
gelo ji xwe ra ketin nava qîzan û bûka lo derdgirana ezê ji bona delaliyê dilê xwe
cotê elbê toqatî bavêm zendê zerbadayî
ji kêfê ra bimeşim nava qîzan û bûka lo bêrîvana
hela dêhna xwe bidê ezê bi destê delaliyê dilê xwe bigrim qasekî teklif kim yalî malê
bînim odeka misafira nav mêvana
eger ji min pirsiye gotiye delaliyê
ji gavê din da te xwe bi mêranî girêdabû tu bi ku da diçû? ezê bêjim çûme qutiya derd û dermanê simbêlê
na wele gelo firça lo van dirana
bêbexto gelo vê sibengê ji bona xatirê kavilê gundê me da li dû me ketine gelo komê fesada şeytana

delîl delîl delîl...
delîl lo delîlo dilo
Bi rojê bi kêf û eşq î
û şevê nîvê şevê serê xwe davêje xewa şîrîn malikxirab serê xwe ji nava cîh û nivîn û yataxê bilind diki
çima bi derd û lo berxo bi kulo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.