Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Delîl Nabe
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Delîl Nabe

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Delîl yadê mi ji te ra nego bejna te ne kino berxo lo ne dirêj e fena tak rihana, li dev geliya, ber zinara sebrê lo şax davêje hela tu wer qasekî li kêleka mi rûne
derd û kulê dunyalikê hûrik hûrik ji min ra têr bibêje
ez evdalê Xwedê vê sibengê qasekî li kêleka bejna zirav rûnêm
bibêm tu were derdê dilê xwe ji min ra lo tev birêje
keskê xwedanxêr tune dêrisê gunda da cuwabkî bide sebra dilê mi bi tené
bivê lawikê cindî ji eşqa dilê rezîl, nexweş û lo kerr û gêj e
ax lo delîlo, bê delîlo lo delîl nabî
Digo kuro delalîko bejna mi rebenê
îro kavilê gundê me bişewite berxo ber bi ba ye
sebra dilê mi tu dêhna xwe bidê
bejna mi ji te ra zirav e ji tayê vê rihana yekta ye
dêrisê gunda da li devê çeman û kaniya ji xwe ra şax vedaye ezê çûme ser kîjan kaniyê, kîjan avê, li kîjan çemî digeriyam
dikim nakim ji bîra mi dernayê berxo
delalîkê dilê min tim û tim caran di bîra min da ye, wayê wax hayê ezo bi heyran, de lo tu qasekî vê sibengê li kêleka min esmerê rûnê emê bivên, bi hev ra mijûl bin derd û kulê ax lo lo li rû dunyayê îro çendê mi temam bû dêrisê gunda da minê çavê reş û belek ez ji te ra sond bixwim gelo ji xwe ra lo, lo reş kildaye.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.