
Şarkı Sözleri
Delîl yadê sibe bû çavê reş û belek lê çavê te ne gidiyê gelo aqil û marîfeta dunyalikê lê gi li ba te ne sebrê zozanê jêrîn zozanê jorîn,
hêşîn nabe şûna kef, henek û laqirdiyê lo min û te ne çavê reş û belek lê bi surme ne
jor da rîşê şarê berdabû ser burîkê lê di çatme ne berxê gelo tu bala xwe bidê di dêrisê gunda da
warkê jorîn temam şûna kêf henek û laqirdiyê ax min û te ne
delîl yadê delîl yadê delîl yadê...
wele dê sond xwarî heta lawik bi herdu çava nebîne tu car lo qîzê nadê gidiyê gelo vê sibengê mi feqîrê, mi bê bextê lo bê miradê
Delîl yadê çûme sûka Diyarbekir lo bi çem û kanî
kanî dûr bû mi diyar da delal yalê din da lê avê anî
sebrê gidî çima te wisa ez dîn û har dikirim di dêrisê gunda da
te mala mi xirav kirî, konê mi ji nava kona ji xwe ra danî
xwezil ji xerê xweziyê di Xwedê ra te bihata çoka xwe bida çoka mi da du kelîmê xortanî bi min ra mijûl bibûya reben ez im ca bi mêranî
eman eman delîl yadê, delîl yadê
gidiyê gelo te sefîlê, te zelûlê, bêmiradê
dê sondxwarî heta lawik bi herdu çava
nebîne
ez ji tera sond bixwim tu cara vê sibengê lo qîzê nadê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum