
Şarkı Sözleri
Serê xwe bilind ke îro ji êvara Xwedê da
ez evdalê Xwedê ji xwe ra çi nexweş im delîl yar yar yar...
lo nexweşê nava ciya
bê kewa gozel tu bala xwe bidê îro ji êvara Xwedê da hêzîk di çokê mi da nema can û cîgerê lo ax lo mi heliya ax tu rabe vê sibengê malxirabo îro çendê mi temam bû ez evdalê Xwedê gelo xwe bibime ser şexsan û zareta berxo dîno gelo şêx û lo şêx ewliya
ezê vê sibengê
herçî heciyê ku darê berê xwe dane Mekke û Medînê
ezê xwe bavêm destê wan da belkî malxirabo
li wî qapiyê mezin bikeve rica û dîleka miradê axlo me herduya
hey wax hey wax...
hey wax lo te li waxînê
Digo kuro delaliyo dêrisê gundê me bişewite gelo ji êvara Xwedê da bi ce ye
ax mi dî delaliyê dilê mi li ber pencerê sekinî ez nizanim gelo tiraş nebû çima bi made ye mi dî qîzkî cînara go keçê kulmalê tu nizanî kur nexweş e gelo temam ji destê te ye
mi go kuro delaliyo vê sibengê
tu here bavê xwe bişîne mala bavê mi keçikê
lo ji bona min û xwe ye
hey bêbexto gelo bi awirê çava, bi qinyatê dila,
bi işaretê desta bi kaxitê şêx û mela boş û lo bêfayde ye
ax lo yeman ax lo yeman tev lo yeman
ax lo gidî ax lo dêriso gundo
hey wax hey wax...
hey wax lo te li waxînê
Digo kêçê kulmalê tu dêhna xwe bidê malxirabo bi nimêja sibê bû
minê xewna xwe da dîbû
tava sibê xwe dabû serê çilo ax lo di ser çiya orta çilê erbeîn bû minê bala xwe berdayê
vê sibengê li serê Gilîdaxê lo berf heliya
ez evdalê Xwedê gelo vê sibengê ketim serê rê û dirba
minê xwe avêtiye gelo heciyê ku berê xwe bide Mekke û Medînê
mi go hûnê bikin rica û dîleka miradê me herduya
sebra dilê mi ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
mi di xewna xwe dîtiye
mirad û mexsedê me herda ax lo diqediya
ax lo delîl lo li min
hela bala xwe bidê li mi rebenê li ofînê
keçkê kulmalê vê sibengê ez ji te ra sond bixwim
bi sonda qesemê, bi Qurana mubînê
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum