Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Delîlo Dilo
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Delîlo Dilo

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Wi delil delîl delîl...
delîl delîl delîlo dilo
Delîl heyran sibe bû mi ji te ra nego lo lo berxo gelo
vê sibengê berjêr meçe xwe li ba meke
lo bêbexto gelo birînê mi kewê xwe girtine
birînê mi teze meke, derd û kulê dilê mi gulîbirê tevra meke
hewar Xwedê gelo vê sibengê dostê me kor meke
tu dujmina ji xwe ra li me şa meke
malxirabo tu were şeva îşev bikeve nava taxima sing û berê mi keçikê
ez dizanim derdê dilê te pir e, mereqê dilê mi gelek e
delîl delîl delîl...
delîl delîl delîl dilo
Delîl heyra sibe bû mi ji te ra nego
gelo ez nexweş im, nexweşê nava nivînê nava ciya çavê xwe venakim ji toz xubarê ji van keriya
ez guhê xwe xalî nakim ji fesad û şeytana,
der û cînar gelo ji van gundiya
destê delîlê dilê xwe bigirim qasekî bimeşim ser şexsan û zareta van şêxan van menşûra reben ez im lo li van ewliya
ezê destê xwe bavêm etega şêxekî mezin, ziyareteke giran
belkî ji ba Xwedê da ricaçî bin hewar Xwedê belkî ji ba Xwedê da biqedîni miradê miradxwaza bi tevahî hasil bike miradê me herduya
delîl delîl delîl...
delîl dil bi kul e
Delîl digo qîzê kulmalê navê te nizanim
ezê bi sê denga bang bikim bêjim keçka taxa jêrîn
sebrê gidî gelo qîz û bûkê gundê me çûbûne bêrîvanê vê bêrîkê

rabe cotê elbê toqatî bavê zendê zerbadayî
qasekî ji xwe ra here komê mîha bide bêrî
malxirabê gelo ez dizanim di dêrisê gundê me da li cem kotiyê mêra tu bi kaxit û tu bi nivişt î gelo tu ya bi sêr î
ezê berjêr diçime dizanim tu nayê
wele tu ji miskînê heramî mêrê xwe newêrî
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê, dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
ya dimirim ya kotiyê mêra ez dikujim
îlla gere vê şixulê bibim sêrî
eman delîl delîl...
delîl delîl ez gune me
Keçkê digo delîl heyran gelo ezê ji te ra bivêm delîl yeman delîl canê
simêla sor i narincî fenanî gula daynî goşekî vî diwanê
dev û lêvê şekirî gelo fenanî meriv dayne birincek ji birincê Lûlexanê
lêvê kaxitî fenanî kaxitî ji kaxitê destê katibê
hewar Xwedê cezaevî lo mapûsxanê
meriv dayne fananî şalûl û bilbil rûnê bi meriv ra têr qiseke
hewar Xwedê bikeve gilî gotin û lo qisedanê
tu rabe emê xwe berdin ser şexsan û zareta gelo
xwe bavê ser zareta vê Rewanê
nav Úris da gelo ziyaretek e menşûr e,
ew şehîd e belkî ji ba Xwedê da ricaçî be
ruhê kotiyê mêra bistîne Rebî bêje kanê ezê bêjim hanê
delîl delîl delîl...
delîl delîl ax tu delîl î
malxirabo gelo li ber çavê xelkê ne tiştek bû yî
li ber çavê mi gulîbirê gelo fena lokek ji lokê Mala Îbrahîm Paşa mîrê Mili hewar Xwedê qeyd û berxo bi zincîrî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.