Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dêran (Kejik)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dêran (Kejik)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erî dêran were dêran dêran... hey wayê
Gulê dêranê Kejikî wêran bişewite li zinêr e
wa li zinêr e hey wayê
ava Corovanî kavil, Delo Elo, Girecinê wêran, Hesenavayê
bi dionzdeh tîşa bi ser da şax vedaye
îro ji êvar da himî xar e himî mêl e hey wayê
mi dî sê siwar siwar bûne ji Milazgira tewra jêre
siwarê pêşîn Esedî Xêlit e
siwarî selefi siwara Fetula ye
siwarê li dawiyê dajo çûyîn çûyîna Gêjo ye
şêl û pêla Têlî Reşkal Riza ye
sewta wî sewta kewî nêr e hey wayê
Hemzoyê Hesen bi sê denga bang dikirî
go Rizakê ez bi qurban tu nizanî Kejik ji berê di
paş da mexelê pezê meyî nêr e hey wayê
Riza bi sê denga li Esed û Fetulah kirî gazî
go em îro ji ber koma Şewêşiya bikişin
Mistefayê Cindiyê li Hesen Paşayê Eshedî ye neyar e emê sibê li Milazgira jêrê
çi bidin cuwaba apê xweyî Têlî Reşkali Mistefayî kalemêr e gere em irqa Şewêşiya biqelînin
bûkê serbixêlî ser malê bava da vegerînin
herkes ji xwe ra bi destê qîzê xwe bigire bide mêr e hey wayê
dêran dêran dêran...
dêrana Esed û Fetulah Riza
hersê siwarê mala bavê xwe bi tenê me hê hî bê hoy hoy

Lê lê Gulê Fatimê rebenê sibe ye Kejik î wêran bişewite îro ji êvar da gelo vê sibengê malxirabo
serejêr e wa serejêr e hey wayê
îro tu bala xwe bidê ji xwe ra berî li ba ye
ava Corovanî kavil, Girecinê wêran, Delo Elo
bi donzdeh tîşa bi ser da şax vedaye
mi dî sê siwar siwar bûne Milazgira jêr e
jêliv tênin fenanî ba ye hey wayê
siwarê pêşîn Esedî Xêlit e
siwarî selefî siwara Fetula ye
siwarê li dawiyê dajo çûyîn çûyîna Gêjo ye
şêl û pêla Têlî Reşkal Riza
ebakî li nava mila ye
ye reben ez im
biskê ebê çar tiliya bi zêrê Ecem ji xwe ra tev kildaye
ez ji te ra sond bixwim ji êvar da hicûm anîne koma Şewêşiya ye
Hemzoyê Hesen bi sê denga bang dikirî
go Rizakê ez bi qurban tu nizanî Kejik ji berê di paş da
mexelê pezê bavê bava ye hey wayê
Riza bi sê denga bang dikir Esed û Fetula ye
go em îro bikişin ji ber koma Şewêşiya ye Mistefayê Cindiyê Eshedî ye neyar e
li Hesen Paşayê neyarê kal û bava ye hey wayê emê sibê li Milazgira jêrê
çi bidin cuwab apê xwe yî Têlî Reşkali Mistefa
gere em erqa şewêşya biqelînin
bûkê serbixêlî bi ser malê bava da vegerînin herkes ji xwe ra bi destê qîzê xwe bigire ji kêfê ra bidi mêra ye hey wayê
dêran dêran dêran...
ye ji bo her sê egîtê mala bavê xwe rebenê bibim dêran
Lê lê Gulê Fatimê rebenê bira li me nehata sura sibê bîna bayê Kejîk ji xwe ra bakî dîn e bakî dîn e hey wayê

bira li bejna Esed û Fetulah, Riza
her sê egîtê mala bavê mi rebena Xwedê nexîne reben ez im
mi dî sê siwar siwar bûne li Milazgira tewra jêrîn e
tu bala xwe bidê siwarê pêşîn Esedî Xêlit e siwarê selefi siwara Fetula ye
siwarê li dawiyê dajo çûyîn çûyîna Gêjo ye şêl û pêla têlî reşkal Riza ye
Gêjo kefe diviskîne, hewadê xwe direşîne tu bala xwe bidê kosteka saeta zêr û zîvin bi ser qaşa zînê xwe da dihejîne hey wayê fenanî sê gurê xwedayî ne
tu bala xwe bidê Hemzoyê Hesen
bi sê denga li koma Şewêşiya kir qêrîne emê go Riza û Fetula bikujin, Esedî Xêlit dîl bigirin bira ji dayê ra şewata sêlê bîne hey wayê bûka malê serê xwe bilind kir ji xewa şêrîne go metê marûmê eyb e
merû di mala xwe da xeyba mêrê camêr nake
egîtê mala bavê mi bi dil û cîgerê xwe guven in
peyayê ji dayê ra şewata sêlê bîne ji wan peya nîne hey wayê metê marûmê peyayê mala bavê mi gulîbirê
mêrê tu li meydanê berdî şêra
xwe bidî dîhara lê bikî guhdar û sêra
tu bala xwe bidê herçî hespê li meydanê têne nava mala
ez ji te ra sond bixwim zînê vala, zengû bi xwîn e hey wayê
peyayê mala bavê mi gulîbirê
xênc ji xulama kuştine peyayê bi nav û nîşan
Hesen û Husên, Elî û Mihemed
Hemzo zavayê teze dîl girtine
daxistin Milazgira tewra di jêrîn e reben ez im
dengbêjê sibê bikin kilam û meqam

li civatê mîran û hakima rûnên
êvara Xwedê da ji xwe ra li hevdu vegerînin hey wayê
dêran dêran dêran...
dêrana Esed û Fetulah, Riza
her sê siwarê mala bavê xwe bi tenê me, bê hoy hoy
Erî dêran dêran dêran... hey wayê
Gulê dêranê sibe ye dilê mi gulîbira Xwedê pira serê heft newala, heft newala hey wayê ezê bi destê her sê egîtê mala bavê xwe bigirim
di ser ra derbas kim fenanî sê karî karxezala reben ez im
tu bala xwe bidê metê marûmê egîtê mala bavê mi
navê xwe qeyd kirin dosyayê hukumetê derbas kirin nav duwala hela bala xwe bidê vê sibengê
herçî hespê li meydanê tênê nava mala
ez ji te ra sond bixwim zengû bi xwîn e, zînê vala hey wayê metê marûmê xênc ji xulama kuştine peyayê bi nav û nîşan Hesen û Husên, Elî û Mihemed
Hemzo zavayê teze
îro ji êvar da hildane berxê ber her çar mala hey wayê
dêran dêran dêran...
Hedê digo Gulê rebenê tu rabe
emê serê xwe kurr kin bi heft gûzan û donzdeh kêra çawa cuwabkî nebxêrê hatî dibê li Kejîkî wêran
Mala Emer, Mala Şewêş li hev anîne qira şêran û mêra he hû bê ho oy oy.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.