
Şarkı Sözleri
Wi de lo lo lo lol o lo lo lo....
lo lawiko sibe ye mi ji te ra nego wiha nîne wiha meke
gidiyo gelo vê sibengê tu nizanî derdê dilê mi pir in mereqê dilê mi gelek e
ca tu rabî, gilî gazin û loma ji dilê min û xwu va neke
kilîta cotê zer memika teslîmê te bikim tu ji xwe ra di cêva xwe ke
rojê careke bîhna te teng dibe tu vê sibengê
kilîtê lêxe ji xwe ra derê cotê zer memika veke
heyanî mîla ber şefekê ji xwe ra pê şa be bike kêf û bi henek e
miskînî heramê mêrê mi şeytan e dêrisê gunda da xeberdar neke ax hay alîkî singê mi ji te ra gul e, yek sosin e, yek çîçek e
tu rabe qasekî tevî heval û hogirê xwe tim û tim cara lê rûnê temiya mi li te be li qarişî wî heramî tûxleka jê xirav neke
eman eman eman...
eman eman dil bi kulê
Eman eman eman...
ax eman eman lawiko
ca buhar e mi ji te ra nego vê sibengê malxirabo malê me danîne li zozana ji derdê dilê mi gulîbira Xwedê ra li devê çema wayê wax hayê
te ji xiyala ez berdame xeman
te ez helandim kirim qûmê devê kanyan û çeman
te ez helandim ji kêfê ra ji xwe ra kirim mûmê jê di şiman heya dunya xirav bibi taxima cotê zer memika
gelo vê sibengê li dunyayê li hêvya te ma
ez heliyame bi kîlo, bi qirama, wa bi derheman gidiyo gelo vê sibengê am û alem em tev zewicî te sala par vê çaxê sozek ji min ra ber ra dabû
di dêrisê gunda da li hêvya qewl û qirar û soz û bextê te mam
ema eman eman...
eman eman dil bi kulê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum