Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Derdê Dila
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Derdê Dila

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
hûy hûy neman eman eman...
lo lo lawko gelo mi ji te ra nego vê sibengê malxirabo xwe bermede gera jêrîn gera li biniya mala
lo bêbexto gelo vê sibengê tu dêhna xwe bide bejna zirav
ji gavê din da xwe xemilandî bi şêst û şeş terzî
gelo şitavek dabû lo bejn û bala
ez çi bikim qedera kewa gozel bi reş bû
tu sêr bike ji xortê çarde salî neqediya gelo vê sibengê
ketibû destê pîsan û miskîna lo hemû kala
berxo dîno gelo mi ji te ra nego bejna te zirav e ji tayê gulê
bê ji şitlê rihana lo li nava mala
xwezî ji xêrê xwediyê di Xwedê ra mi bidîta
kewa gozel bihata pêşiya mala me ra derbas bibiya
fena cara xwe girê bida minê dêhna xwe bida li bejnê lê bejn û bala
zalim dînê tu dêhna xwe bidê vê sibengê
tu bûyî qewala ser zar û zimanê xortê di xelkê
gelo vê sibengê tim û tim cara bûye serbilindiya lo van hevala
eman eman eman...
ax eman eman lo derdê dila
Lê lê gewrê ca rabe tu sêr bike ezê dimrim ji derdê dila lê ji derdê dila kuro lawiko gelo mi singê sor û zer ji te ra çêkiriye
îro ji xwe ra vê sibengê malxirabo spî dike fenanî baxçê lo sosin û gula tu wer qasekî ramûsenekî li dev û lêvê şekirî
yanaxê ehmedî terzê di hakimî li mi kerem ke
emê ji xwe ra rûnê ji kedera dilê rezîl ra mijûl bibin mereq û derdê dila êtîmo çend salê mi temam bû dêrisê gundê xirab da
te vê sibengê dilê mi kiriye meskenê bê kul û derda lo tev lê dila

lo bêbexto te dilê mi kirî meskenê kulan û derda lo tev jê kula
hela rabe bi destê mi bigire
emê qasekî ji kêfê ra meş kin camiya musulmana
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
emê berê xwe bidin li nav civatan van gawira

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.