
Şarkı Sözleri
Sibe bû dilê mi bi kul e, zikê mi bi derd e cigera mi bi mereq e, kezeba mi bi keser e tu rabe bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
tuyê tim û tim cara derê me veke bi mêvanî were
ezê taxima sing û berê xwe keçikê
ji te ra bikim meydana hespê qemer e tuyê ji derdê dilê rezîl ra bibêjî
ez çi bikim xwûna mi şêrîn e,
zenda mi bi bazin e, tiliya mi bi gustîl e, malxirabo vê sibengê gerdena mi zer e
ocaxkoro mereqa meke xwûna mi şêrîn e, rengê mi esmer e eger gava tu rêka xwe ji mala bavê mi gulîbira Xwedê ca bibirî ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi serê Pêxember e
tim û tim cara di dilê mi da dibe keder û bi mereq û bi kul û bi derd û ca bi keser e
derdo derdo derdo derdo derdo... derd girano
wey la kulê wê wê lo bê bê dermano
tu çima vê sibengê bû keder û meraqa canik û camêra gelek ter û cano dêrisê gunda da çawa malxirabo qîzê di çê, bûkê di rind qe nemano
De lê lê lê şêrînê tu nizanî
derdê dilê mi giran e, mereqa dilê mi bê derman e
ez bûme vê sibengê hirça serê çilan û çiyan e
ew Xwedê xira bike sal û zemanê ez û tu va tev tê da ne gelo ez vê sibengê di van sal û zemanê xirav da newêrim du roja li ser hev dû li mala bavê te bibim mêvan e
tu nizanî dêrisê gundê we alîkî fesad e yek şeytan e
berxê herkes vê sibengê bi kedera dilê min û te va tev dizane
tu were ramîsanekî li dêmê gulî,
li yanaxî ehmedî, li terzê di hakimî,
şemlê di Erebî, xal û xetê di gerdenê,
xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zerbistana ji xwe ra li mi kerem ke
gidiyê bira ji birîna dilê mi ra
gelo şeva îşev bive mêvan û lo bi dermani
ax wê yê yê wê yê yê...
ax wê yê gidî yeman.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum