Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Derdgirano
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Derdgirano

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ha wer were ha wer were ha wer were... derdgirano lawiko dîno derdgirano
bê derdgirano, hey bêbexto xwedanê derdan lo tev kulano
ezê îro li banê qesrê li yazlixa mala bavê mi gulîbirê
vê sibengê minê serê xwe avêtiye nav yatax û ciyano ez bi te kim tu Rebî dihebînî
kalê bavê, pîra dê pê nehesîne
derkeve qesra jorîn
îro ji êvar da taxima sing û berê mi keçikê bibe mîvano ezê bibêm derdgirano
bê derdgirano hoy oy... bê derdgirano derdgirano derdgirano
Go lê lê lê lê lê lê...
berxê tu nizanî derdê dilê mi pir ê
hewara me Xwedê mereqê dilê mi giran ê
tu rabe cîkê min û xwu va li banê qesrê li yazlixa mala bavê xwe gelo malxirabo li mehela jorîn li taxa hanê
ezê gelo destê xwe bidim nava desta
devê xwe bikime xal û xetê di gerdenê ezê bi te ra şabim
emê hetanî mîla ber şefekê şabin ji xwe ra me herduyan e lê
ezê ji êvarê heyanî mîla ber şefekê li nava taxima sing û berê te keçikê
li cotê zer memika fena cotê karî karxezala bibim mîvane lo Rebî
tu hêvî gumana xwe nebirre ji Rebê Jorîn
êrê sebrê gelo ji Mîrê di Mîranê
Lo lo lawko
heger tu navê mi nizanî
ezê ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê şîrîn bang mi dikin navê mi Xêrya ye
êtîmo temiya mi li te be vê sibengê gilî û gazin û loma ji mi nekin
derdê mi sertacê hemû derda ye
mi çavê reş û belek îro ji êvara Xwedê da ji te ra reş kildayê

bêbexto minê cotê zer memika fenanê cote sêvê Artemêtê di paxila xwe da xwedî kiriye reben ez im lo tev hildayê hela were şeva îşev bibe mêvanê taxima sing û berê mi kaçikê bihîstina mi bihîstiye
te berê xwe da welatê qurbetê welatê lo xerîbayê êtîmo qet te nego emanetekî mi evdalê Xwedê
gelo vê sibengê li mala berdilka dilê ca mi mayê
ezê ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê,
bi serê Resûlê Ekrem kullî ewliya ye
lawiko heya dunya xweş ava be minê emanetê te veşartiye
di nava sing û berê xwe da lê tev hildayê gundo tu xira bî
Êrê sebrê heyran tu rabe rêka me dûr e ne kin û ne dirêj e
ezê ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê kesek tune cewabekê bide Şairê Rûdunyayê le şexsekî pir bi gotin û lo pir dengbêj e
bibê gelo vê sibengê kesekî tune cewabekî bide Xêryayê bibê lawikê te nexweş e
ji eşqa dilê rezîl lo kerr û gêj e
qasekî şairekî rûdunyayê bihata li kêleka min û te va rûnişta
bira ji derdê dilê rezîl ra têr bigota
lê tev bibêje
ha wer were ha wer were dil bi kul e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.