Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Derê Mala Bavê Gewra Mi Bi Hewş e
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Derê Mala Bavê Gewra Mi Bi Hewş e

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê Dîlberê derê mala bavê gewra mi bi axpîn e
sebra dilê mi pişta konê mala bavê sebra dilê mi rebenê lo bi dar û bî ne
ser kuleka mala bavê kewa gozel difirî
cotek kewê gozel ê perbelekê lo gogerçîn e
şam û qutniyê li bejna kewa gozel
gelo alma pazênî lo gulgulî ne
cotek dilê maşûqê dil di hev da yek li mexreb yek li meşreq
lê lê sebrê di nav heval û hogira da tim û tim caranî lo tim belî ne
hay lo li min hay lo li min tev lo dilo
ax lo li min ax lo li min, lo rezîlo dilo
Lê lê Dîlberê derê mala bavê gewra mi bi hewş e
berxa dilê mi, pişta konê mala bavê sebra dilê mi rebenê ca bi hewş e
ser kuleka mala bavê kewa gozel difirî
cotek kewê gozel ê perbelekê lo cuqa bi rewş e
şam û qutniyê li bejna kewa gozel gelo alma pazênî
gulgulî bû nexş bi nexş e
cotek dilê maşûqê dil di hev da yek li mexreb yek li meşreq
ê lê sebrê di nav heval û hogira da
tim û tim caranî lo ji xwe ra kifş e
hay lo li min hay lo li min tev lo dilo ax lo li min ax lo li min, lo rezîlo dilo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.