Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Derê Xaniyê Mala Bavê Dîlbera Mi Du Qanat E
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Derê Xaniyê Mala Bavê Dîlbera Mi Du Qanat E

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dilber heyran xaniyê mala bavê dilbera ha ê lê mi bi du qat e
ê hû hû hû gidî Dîlber wayê way
sebrê gelo mi ne tu roj e, ne tu şev e, hê wê hê lê ne tebat e
ê hû hû hû gidî Dilber wayê way
gidiyê gelo mi ne tu per e, ne tebat e, ne tu qanat e
xwezil ji xêrê xwediyê di Xwedê ra
xwedanxêr ku mizgîniyekî xêrê bianiya
bigota kotî miskînê heramê mêrê muhuba dilê te ne li mal e
minê qaskî kolosê spî xwar bikira
ezê bihatama ji qarê dilê rezîl ra ji kêfê ra rûniştama ê hê hê ca li ba te
eman eman eman ha eman...
dilbikulê Dîlber ez heliyam
Bê Dîlberê derê mala bavê Dîlbera hê hê lê mi bi quble da ax gidî Dîlber sed yazixa tilî bêçiyê balmûmî nebû îro derketiye banê qesrê ji heramî mêrê xirav ra hê hê lê bulxur tevda û hê gidî Dîlber sed yazixa tilî bêçiyê balmûmî nebû îro derketî banê qesrê ji heramî mêrê xirav ra wû hê lê bulxur tevda
hela sêr bike li kirinê vê zalimê dest avêtî kolosê min ê spî serê mi da anî dabû ser çoka xwe bi tenê
li qeydê kofîka serê xwe bi şêst û şeş awazê hê hê lê xwe girêda hû wê hû wê hê gidî Dîlber
bira ser miskînê mêrê heram ra biba kul û tevî bi derda
îro ji êvar da ne tê kuştin ne tê berdan hû wê hê gidî Dilber
eman eman eman...
dil bi kulê Dîlber ez heliyam
Dilber gelo ne ez heliyam, ne ez heliyam
di kaviliyê gunda da te ez kirim casûsa serê rê û dirba
bê koçera serê çil û çiya
gelo li deştê genim hêşîn dibû
li zozanê bilind ji bextê min û Dilbera mi ra teze belekê berf heliya.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.