
Şarkı Sözleri
Lê lê dîlberê diçûme deşta ax Mûşa şewitî li Ewranê lo di Dêrikê malxirabê tu dêhna xwe bidê vê sibengê ocax korê
hela dêhna xwe bidê gelo li Dêrika lo ser Ewranê wele malê Dêrikê bar kirin berê xwe dane çiyayê bilind berxo dîno ji xwe ra gelo vê sibengê danîne lo li zozanê mi dî qîz û bûkê Dêrikê îro çek û boxçê xwe hilanîn ji kêfê ra dimeşiyane ser kanîka ax lo Kanokvanê ezê vê sibengê malxirabo çûm mi dî xort û bendê Dêrikê çek û sîlehê xwe hilanîne dimeşiyane çiyayê bilind li kêfê lo li vê seyranê
ezê çûme pêşiyê mi go gelî xortno hûnê ku da biçin digo xalo tu nizanî qîz û bûkê me meşyane ser kanîka ax lo Kanokvanê
emê qaskî biçin nava qîz û bûkê gundê me da
ji xwe ra derbas bikin berxo le demê lo vê dewranê lê tew zalimê lo li vî dinê
hay lo li min, hay lo li min
hay lo li min lo li vî dilî
Ez û bejna zirav derketine çiyayê Mûşa şewitî berxê gelo ji xwe ra berxo tu dêhna xwe bidê li zozanê Dêrikê lo li tepe ye
sebra dilê mi, mi ji te ra nego kilê subhangolê meke belek çava
ez bextê te û Xwedê ketime sed yazixa ax lo çavê te ye
berxa dilê mi gelo vê sibengê mi ji te ra nego çavê te reş û belek e
ez ji te ra sond bixwim kilê subhangolê lo kir mane ye
xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
tu ji min ra bibûyayê bermaliya mala giran
ezê ji te ra bibûma malxoyê li ber mala teze ye
digo kuro delaliyo tu rabe destê mi bigre birevîne
bavêj Şimlaka Jorîn Şimlaka Jêrîn
ber bextê Mala Eliyê Felemez gelo li şewitiya lo li Baxçe ye mi go qîza bêbava tu nizanî Mala Eliyê Felemez rabiye ranebiye ji heft bavê xwe da bêbext e bext û agirta lo wan tuneye ezê bi destê te bigirim te bavêm şewitiya Anzarê ber bextê Yihsanê Mihemed Begê
rabiye ranebiye esilzade ye, xortekî ji xorta zêde ye eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ez te bavêm ber bextê herdu lawê Hecî Hemzo
li şewitiya Sahakê Goma Kevir gelo vê sibengê
çuqas mal û serweta wan hebe li oxira lo min û te ye
hay lo li min hay lo li min
hay lo li min li vî dilî
Lo lo kuro delalîko ezê diçûme Dêrika şewitî lo çiya û banî
hela bala xwe bidê
malê Dêrikê ji biharê heyanî payîzê ji xwe ra disekinî lo lê datanî hela dêhna xwe bidiyê
felek xayîn e bi kesî ra hetanî mîla ber şefekê nadomîne
Xwedê kurê sebeba bikuje
çawa ji her du lawê Hecî Hemzo ra îro ji bextê min û te ra lo xirab anî
tew lo dilî lo li vî dilî
Ez û bejna zirav diçûne deşta Mûşa şewitî berxo Dêrika lo vê Dêrikê hela bala xwe bidê xelk bû aşiqê mal û hal û temel û temelê
ax lo dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê te xeberxweşê, devlikenê
malxirabo bejnziravê, ne kinê ne dirêjê lo te kinikê
hela rabe ezê bi destê te bigirim te birevînim
bavêm şewitya Avrêzê
li ber bextê Mala Seîdê Nado li şewitiya Anêrê li tenista ax lo vê Dêrikê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
te bavê şewitya Elajgirê, etegê Kosedaxê li zozanê ax lo Berbezûkê digo kuro êtîmo qasekî bizivire li ser milê xwe yê çapê
li şans û qedera min û xwu va mêzeke
tu bala xwe bidê zivistana me Serhedê hatiye
qirê berfê xwe avêtiye Çiyayê Mûşa şewitî li etegê lo vê Kurtikê
hay lo li min hay lo li min
hay lo li min li vî dilî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum