Şarkı Sözleri
Bê lawiko dewran e, ê yeman dewran e... ax dewran e, bê dewran e dewran e
kuro êtîmo gelo dewrana serê me herduyan e
kotî miskînî heramî mêrê xirav pê hesiya bi gelek gilî û gotinan e hela rabe ser derdê dilê rezîl ra şeva îşev
ezê te li nava taxima sing û berê xwe da bikim mêvane
dewran e bê dewrane wayê wayê wax hê
Kuro êtîmo sibe ye vê sibengê ezê ji xwe ra bibêm dewrana li vî dilî minê bala xwe berdayê kewa gozela gogerçîn
ji malê derketî ji derdê dilê rezîl ra dixemilî
gelî gundî cînarno ber bi xanika jêrîn ji xwe ra dimeşiya dimilmilî ez evdalê Xwedê rabim destê xwe bavêm nava dêmê gulî
devê xwe bikime xal û xetê di gerdenê,
xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zerbistana
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê îsale çend salê me temam bû di dêrisê gunda da derdlî bûm meramlî bûm berxê ji xwe ra were ser kêf û taqeta di ewilî bê dewrane ê dewrane dewrane wayê wayê
Kuro hêtîmo mi ji te ra nego dewran e
wey la bêbexto gelo derdê mi sertacî hemû derdan e
ez ji te ra sond bixwim kula mi kuleke pir giran e
tu rabe bi destê mi keçikê bigre vê sibengê birevîne
bavê Avrûpayê nava duwalê ejnebiyan e
bêbexto gelo ji kedera dilê min û xwe ra bibîne derdekî bi derman e derdo dewran e bê gundo dewran e wayê wax hê
Digo kêçê kulmalê ezê navê te nizanim
bi navê şêrîn bang te dikim bêjim Qîza Metê,
dewran e, hela tu rabe
ezê bi destê te bigrim birevînim bavêjim vê sibengê şewitiya vê Îranê heger bûyê ji xwe bûye gava ku nebiye birevînim bavêjim Avrûpayê gava ku nebiye ezê birevînim bavême Enqera şewitî
wey la bêbextê nava meclîsa Tirka Xaliqo Rebiyo vê edaletê, bê dewran e ax dewran e dewran e dewran e...
dewran e lawiko dewran e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum