Şarkı Sözleri
ê bê dewran e
dewran e dewran e dewran e... dewran e dewran e Gulê dêran e
Lê lê sebrê sibe ye gelo vê sibengê bejna zirav ji mal derket dimilmilî berxê sibe bû mi dî serê şûştî, porê şilî ber bi kaniya biniya Mala Ereb Axa berjêr meşmeş dikir dimilmilî
hewar Xwedê tu sêr bike vê sibengê malxirabê minê destê xwe dabû desta
gidiyê bêçiyê xwe avêtiye ax dêmê gulî sebrê dînê minê destê xwe dabû desta bbêçiyê xwe avêtî nava dêmê gulî ramûsenê li dev û lêvê şekirî
li yanaxî ehmedî terzê di hakimî lê kerem kir
hûn ji bo Xwedê şade bin
heft salê mi temam bu di dêrisê gunda da
derdlî bûm meramlî bûm
ezê dihatim ser kêf û taqet û kemla xortanî emrê çardeh salî bê gidîno kêf û taqeta ax di ewilî
were dayê dewran e dewran e... dewran e dewran Gulê dêran e
Gelî gundî cînarno sibe ye
mi dî bejna zirav sekinî li derê malê gelo
ji xwe ra xwe dabû nîva derî
go lawko dîno bi te kim tuyê Rebî dihebînî
qaskî kumêtê kapreş siwar be
derê mala bavê mi ra derbas bibî lo bibuhêrî
mi go keçê kulmalê mi ji te nepirsiye tu ezeb î ya bi mêr î
go delaliyo bihîstina mi bihîstiye
tu li dû şêx û mela digerî
qedera ku Xweda li jor neke
li jêrê bi kaxitê şêx û mela nare serî
ax dewran e dewran e dewran e Gulê dêran e
bê dewran e dewran e dewran e... dewran e dewrane Gulê dêran e
Digo keçê kulmalê tu sêr bike
li min û li vê demê gidîno li dewranê
ez nizanim îro ji êvar da te çav û buryê reş û belek
ji kîjan xortê xelkê ra lo tev kildanê.
zalim dînê te şê û şê biskê dişê daye demê vê dûzanê
kofiya şeng ji gavê din ra ji kêf ra
Xaliqo Rebiyo dûzan kirî lo da girêdanê
were dayê dewran e dewran e... dewran e dewran e Gulê dêran e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum