Şarkı Sözleri
Li lo li lo li lo li lo lo...
Yabo keko dilê mi liyan e
sedû bistû çar araba dilê min liyan e kone konê Ûskan e başî konekî giran e kon li ser sedû bîstû çar dîregan e çar dîrêgê li dewsê kîkan e
çar dîrêgê li dewsê Milan e
çar dîrêgê li dewsê Qeregêçiyan e
çar dîrêgê li dewsê Dûvgerînan e
çar dîrêgê li dewsê Simbêl û Bendiyan e çar dîrêgê li dewsê Akinciyan e
çar dîrêgê li dewsê Tirkan e
çar dîrêgê li dewsê Lazan e
çar dîrêgê li dewsê xaniman û kevaniyan e
tu sêr bike ve sibekê malxirabo
bîstû çar eşîrê giran li konê giran li hev civiyan e
bi şev û bi roj dixwin goştê hilika birincê ser siniyan e
bûyir bûyirê qehweçiyan e
fincana bilind dikin bi du tiliyane
bi ser xwe de diqelibînin bi du gulmane
dibên Xaliqê Alemê bianiya ser me qewxekî bed giran e
Úskan e başî Mîrê Milan e
sêr bikira li meydanê kî boxe bû kî beran e
pekala, gidî gelo virevirê Kurdan e
ji xwe re di ciyê xwe de rûniştine onu yekî pesnekî li xwe dane
Tu dênna xwe bidê Uskan e başî Mele Xelîl derketin hêşî konan e pêgermokê digerînin hêla konan e
nihêrî sê siwar ji wê da dihatin siwarê Ubêşan e
kefenê wan e bi terkiyê hespa girêdane
rimê wan e bi jehrê kildane
rimê wan li ortê wan û zînan e
xwe jor da berî nava Eşîra Mila dane ve sibêngê tu dêhna xwe bidê
serê hespa nadine destê tu îbadane
malxirabo destê xwe kirine binê cêban e
kaxiz derxistin ne piçûk in fenanî rûyê lahîfan e pakî bi navê dostane du pa bi navê dujminan e tu dêhna xwe bidê go pênsid mêrê me ji Türkan e pênsid mêrê me ji Gêsiyan e pênsid mêrê ji Şemlan e
serekê pênsid mêrê Şemlan e Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane
serekê pênsid mêrê Tirkan ve gera Fermanturkî Şaban e
serekê pênsid mêrê Gêsiyan e, Mahmûdê Gêsî serekê wan e
bê li Çiyayê Zirşalê li Feyzê Qermîtê li Warê Tatokê
li Newala Xelîlokê, Rasta Qitika
Delavî Tatka, Newala Kevirê Nexweşû Miriyan e
îro ji êvar de xwe berdane kozik û kermînan e
tu sêr bike ji te dixwaze herbekî yatak giran e wêl wêl
Ê yî yî... oy oy oy oy...
anê rebenê sibe ye tu dêhna xwe bidê ve sibengê malxirabo Úskan e başî Mele Xelîl li ser kaxitê da mane tercûman e kaxit hilanî anîn li nava xortan e
go di nava êl û eşîra giran da bixwîne kê li canê xwe dibe eyan e
ji mi ra dikin nav û namûsê bed giran e
dema ku hatine nava konê girane
her zaman yele var tercûman e
bûyir bûyirê qehweçiyan e
tu dêhna xwe bidê bi şev û bi roj
dixwin goştê hilika, birincê ser sinyan e
dema ku ve sbengê malxirabo tu dêhna xwe bidê Mele Xelîl rabû ser darê piyane
kaxit bi dengê êlî dixwendin li nava xortan e
sêr bike ve sibengê serê hemiya di ber da mane simbêlreşa simbêlê xwe badane
simbêlê wan şikestine di dev da yele
herçiyê rîdanê wan hene hêdî hêdî rîdanê xwe tevdane herciyê emir sêzdene, ketine cardan e, ponzdan e fenanî çalê ji çalê me akinciya di ber xwe de erd kolane gelo buyir bûyirê qehweçiyan e
kesekî serê xwe bilind nakin nanêrin li fîncanê qehwane
ji wan turê di hundirê fîncanê qehwa da jehriya di maran ve bi diziya di guhê hev da xeber dane
git herçî kesê berê xwe bidi ve herba hane
bi silametî nay nava çolixû çocixan e
ê de loy oy oy oy
anê rebenê dema ku ve sibengê
Úskan e başî, Mele Xelîl li ser kaxitê da mane tercûman e ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
tu bala xwe bidê xorta hemya serê wan di ber da mane go tu rabe bi dengekî êlî dîsa bixwîne çıkanê kî li canê xwe dibe eyane
dema ku dixwîne serî hemiyanî di be da yele
serê xwe bilin nakin nanihêrin li fîncanê qehwane
ji wan turê di hundirê fîncanê qehwa da jehriya di maran e
dibê bang bikin Hesoyê qehweçî bira siwar be li hespê minê Şemlan e
berê xwe bide konê Avdoyê Hizoyî
bavê Dewrêşê Evdî Siwarê Xiyal û Ledwane
Çiloyê Hîzoyî gula çiyayê Qafdaxê siwarê Dabane
Eshedîn picûkê biran e
emir sêzde, ketiye çardane ponzdan e
ve sbengê tim û tim cara
mêrka ji me ra dikir nav û namûsê bed girane me digot kûçikê nava Êzidiyane
me digot bira ji me ra sax be canê bist û çar eşîrê Milane
tu dêhna xwe bidê ve sibengê malxirabo li fortê xortane serê hamiya di ber de mane
Liyan ve liyan ve liyan e
anê rebenê tu bala xwe bidê
Hesoyê qehwecî siwar bu li Şemlane
sibe ye sekinî li derê konê Evdoyê Hîzoyê bavê hersî xortane
tu bala xwe bidê çavê Evdo vekirin mûçingan e
tavasibê xwe dabû serê çilan û çiyan e
çavê Evdo vekirine bi mûçingan e
tu bala xwe bidê
be navmilê da çıkandine bîst û çar balîfê bursane
ji xorta ra dibê wez û pesnê mêrane
go Heso lawo peya be bixwe qehwekî ji qehwa serê di sibane
git axao ber mi da jahr be qehwekî ji qehweyê di serê sibane
hukuk te xêre git xêr bûn tevê şran e
tu dêhna xwe bidê ve sibengê ajotî ser me da
pênsid mêrî Türkan e
pênsid mêrî Gêhêsiyan e
pênsid mêrî Şemlan e
serekê pênsid mêrî Şemlan e Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane
serekê pênsid mêrê Tirkan ve gera Fermanturkî Şaban e
serekê pênsid mêrê Gêsiyan e Mahmûdê Gêhêsî serekê wan e
li Çiyayê Zirşalê li Fêyzê Qermîtê li Warê
Tatokê li Newala Xelîlokê, Rasta Qitika
Delavî Tatka, Newala Kevrê Nexweş û Miriyane
xwe berdane kozik û kermînane
ji me dixwazin herbekî yatak girane
serê bîst û çar eşîrê Mila di ber da yele
ez şandîme ji bona hersê xortan e
Milan e balta Milan e
Ê de loy loy loy
Evdo dibê lawo şixulê zarê min tune bi tiştê wisane
me tim û timî cara berda kirî nav û namûsê bed girane pişta me ketiyê gotî kûçkê nava Êzidiyane
te digo bira sax be canê bist û çar eşîrê Milane
vê sibengê bira ji we ra bikin nav û namûsê bed girane sibê xelkê destê Eyşana bigire bavê terkiyê di hespane
namûsa qîzê we milan diçe du quriş û nîvane Yadê
Hesoyê qehweçî siwar bû li Şemlane
ketiye rasta binye konane
Dewrêşê Evdî siwarê Xiyal û Ledwan e
bi taqê picaman e
hersî bira li hêşiya konê Erebî razane
derketiye derê konê giran e
bala xwe berdayê siwarek tenê dajo li biniyê konane
çûyîn çûyîna Şemlan e
siwar ne bixwe Ûskan e başî Mîrê Milan e
go Eshedîno lo bira tu rabe
vî siwarî ji mi ra vegerîne ji binyê konane
çûyîn çûyîna Şemlan e
siwar ne bixwe Ûskan e başî Mîrê Milan e
hela bala xwe bidinê va siwarê hanê
ji kîjan êlan e ji kîjan eşîran e
Eshedîn dema ku radibe siwêr vedigerîne ji binyê konane nihêrî Hesoyê qehweçî Üskan e başî Mîrê Milan e git Heso lawo te xêr e
xêr bûn tevî şran e
ajotî ser me pênsid mêrî Türkan e
pênsid mêrî Gêsiyan e pênsid mêrî Şemlan e
serekê pênsid mêrî Şemlan e Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane
serekê pênsid mêrî Tirkan ve gera Fermanturkî Şaban e
serekê pênsid mêrê Gêhêsiyan e Mahmûdê Gêhêsî serekê wan e li Çiyayê Zirşalê li Fêyzê Qermîtê li Warê Tatokê
li Newala Xelîlokê, Rasta Qitika
Delavî Tatka, Newala Kevirê Nexweş û Miriyane xwe berdane kozik û kermînane
îro ji me dixwaze herbekî yatak girane
serê bîst û çar eşîrê Mila di ber da yele
Úskan e başî Mîrê Milan e ez şandime ji bo we hersî bira ne
bavê te dibê şixulê zarê min tune bi tiştê wisane
eyvah eyvah eyvah... xeyêlo wêl
Hesoyê qehweçî dibê ve gotina hanê
Dewrêşê Evdî siwarê Xiyal û Ledwan e
bi sê denga bang dikir go Eshadîno lo bira tu rabe ji birayê xwe ra bişidîne teng û berê manegiyane
Anê axe marûmê sibe ye tu sêr bike ve sibengê her sê bira derketine derê konê giran e dişdandin teng û berê manegiyane navê qîza Úskan e başî, Edûlxan e derkete banê qesra girane go Dewrêşo
lo lawo sedû bîstû çar car dilê mi liyan e tê bîra te da malê me dizivirî zozana
tu li ser pêşiya êlê dihatî
li ser paşiya êlê dibû ot yatağı giran e
ber guhê te xistine gotine emê birine konê biniyê konan e
tu sêr bike qîza Úskan ve başî Mîrê Mila Edûlxan e
sen meçe ve herba girane
ez ji te ra sond bixwim bi telaqê jinane
lawo ve sibengê dîsa hetanî dünya xweş ava be
canê xwe yê terr û can ji te ra bikim bi kurban e
te emana xwe ne dît ji destê sê siwaran e
o sê siwara xilas kirî Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane
tû van gêncê bi merîk ra qanî qanî bi hevdu ra bira ne
ca tu rabê dêhna xwe bidê ve sibengê malxirabo
ewê te bikuje, tu nabînî rûyê çolix û çocixan e
Ê de loy oy oy oy...
go lê lê Adûlê Adûlxanê
serê mi bi heyran canê mi bi kurbanê
vê sibengê xelkê bi destê Eyşana bigire
bavê terkiyê di hespane
sibê xelkê bi destê te bigire bavê terkiyê hespane
dîsa bibe mirina me hersî biran e
ez ji tere sond bixwim bi Kuranê, bi telaqê jinberdanê
ezê berê xwe bidim ve harba hanê
gava ez fetilîm teze veê kardeş
daw û doza min û Ûskan e başî Mîrê Milan e wêl wel wel
Dema her sê bira şidandine tengûberê manegiyane
rabûne ser piştê di hespane
berê xwe dane li Çiyayê Zirşalê li Fêyzê Qermîtê li Warê Tatokê
Li Newala Xelîlokê, Rasta Qitika
Delavî Tatka, Newala Kevirê Nexweş û Miriyane
nêhêrî mêrika xwe berdanê kozik û kermînane
Çîloyê Hîzoyî gula çiyayê Qafdaxê siwarê Daban e
ajotiye ser kozika Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane li wê dikujê Çîl Îbrahîm Bavê Hamûd Kekê Zulêxane
di dû wî ra dikujê gera fermanturkê Şaban e
dû wî ra dikuje Mahmûdê Gêsî serêkî pensid mêrê Gêsiyan e
li wê dikujin Çîloyê Hîzoyî gula çiyayê Qafdaxê siwarê Daban e Dewrêşê Evdî siwarê Xiyal û Ledwan e
bi sê denga bang dikir
git Eshadîno lo bira çika xwe berde nava wane
min qe nedî herba birayê min herbekî çawa ne
balta dema ku xwe berdabû nava wan e
nihêrî piçûk e bi emir sêzde ye, ketiye çardan e ponzdan e
neketiye harbê giran e
ancax xwe xilas dike bi pozê şûran e
go bira tu ji pişt birayê xwe re bibe pişmêrkî yatak girane nehêle li qolincê birayê te bixin cotê rimane
şerê te şerê mirîşkan e
tu sêr bike li boxe beranan e
Keko ve sibengê tu dêhna xwe bidê birayê min teze ye
ne wexta wî û harban e lo
tu ji birayê xwe re bibe pişmêrîkî yatak girane
jiber tengê Xiyal û Ledwan Dikişîne cotê rimane
deste xwe da li hev dixîne ber xwe dihejîne erd û ezman e
hinek dibê singû dewran e
hinek dibên melayîketê asîman e
hinek dibên tayê devan e
hinek dibên qeydû pêwindê manegiyan e
hinek dibên axir zeman e
hinek ve sibengê malxirbo dibê deşt û zozan e
hinek dibê hozê mîhan ve berxan e
kes nizane
Dewrêşê Evdî siwarê Xiyal Ledwan e
teze ji ber tengê Xiyal Ledwan kişandî cotê rimane tu sêr bike destê xwe li hev dixîne
ber xwe dihejîne erd û ezman e
ji wan dikuje daha fazlasını yaptı ve
ji wan distîne pensid hespan e
tevî zînanû geman e
dide pêşiya xwe fenanî garanê guhê gundan ve derkete rastek ji rasta girane
van mêrikan berê xwe danê rastek ji rastê girane dema melûma pîrê peyda bu li pêşiya wan e
var bêrê xwe bidin warek ji Warê Mişkane
onun çar lingê Xiyal û Ledwan bişkînin li hebokan e
ve sibengê serê rima çar tiliya lêxin bila derbas be binê erdane lawo ve sibengê jê derxin heyfa hezar û pênsid mêran e
gelo teze ve sibengê malxirabo
tu sêr bike li serê wan çê bikin etabên bed girane
tu dêhna xwe bidê van mêrika berê xwe dane warek ji Warê Mişkan e
Li lo lo lo lo... oy oy oy oy oy...
anê rebenê tu sêr bike
dema ku ve sibengê Malxirabo
berê xwe danê warek ji Warê Mişkane
her çar lingê Xiyal û Ledwan dişkê li hebokane
Eshedûn resim biran ve ajotî ser da
var lo bira tu are terkiya mi
ez te xilas bikim pişta Lomane
Loman rabiye ranebiye canûyê warê mişkan e
siwar bibe li Lomane
teze bisiklet bitki yatağı girane
go êy keko vê sibenge, ecel hatî nazir e nava çolix û çocixan e
Xiyal û Ledwan emegdarê minê sî salan e
ez ji tera sond bixwim bi navê Kuran e, telaqê jinberdan e
têm kuştinê li ber simê Xiyal û Ledwan e
tu dêhna xwe bidê dema ajotin ser Dewrêşê Evdî
Siwarê Xiyal û Ledwan e
serê rima lê dixin çartiliya derbas dibin di erdane
li wir dikujin Dewrêşê Evdî siwarê Xiyalî Ledwan e
dû wî ra dikujin Eshedûn picûkê birane
xwedanekî xêra cewabê dibe ba Evdoyê kalemêrî bavê wane
go ûrtê te qeliya dergûşa lawîn dewsê kes nemane lo lo
Evdo ve kardeş malxirabo
radibe li nava êl û eşîra giran dikir qêrînekî girane
go va pirsa derkeve ji devê tu kesan e
ez gava bifetilim li serê we çêdikim gelek etabê yatak girane
ji min ra bikişînin ji tewlêxanê Çîlbozane
ber tengê wî da bişidînin cotê rimane
tu sêr bike dema ku ji tewlê Dikişînin Çîlbozane ber tengê wî da dişidînin cotê di rimane
bere xwe dabû Çiyayê Zirşalê
li Fêyzê Qermîtê, li Warê Tatokê
li Newala Xelîlokê, Rasta Qitika,
Delavi Tatka, Newala Kevirê Nexweş û Miriyane nihêrî kesek tune li kozik û kermînane
fenanî neçîrvanê serê çiyan e
ketibû serîzû dozû şopa wane
tu dêhna xwe bidê derketî rastek ji rasta girane
warek ji Warê Mişkane
bala xwe berdabû cinyazê xortane
git axû hey balmumu
ûrtê me qeliya dergûşa lawîn dewsê kes nemane tu sêr bike nihêrî mêrika ketine tîmarê hespane ji wan kême def û dawetekî giran e
ve sibengê kalê haftê zeman e
sekinî selefê siwarane
bi sê dengê êlî qêriyabû ser wane
git hukuk bibînin tevdîrê xwedane
bêbextî ne karê mêr û camêr û siwarû
peyan e
kê dîtî kê bînaye merû li erdekî bikujê sê birane merû birayê piçûk dihêle ji bo bîna kal û pîrane bûbû tîqetîqê xortane, temamî bi Evdo keniyane go tu sêr bike kalê haftê zeman e
hatî ji bo heyfa xortan e Evdo kalemêrî bave wan e
ji ber tengê Çîlbozan Dikişîne cotê rimane destê xwe da li hev dixîne
ber xwe dihejîne erd û ezmane
hinek dibêjin axir zeman e
hinek dibên singû dewran e
hinek dibên melayîketê asîman e
hinek dibê tayê devan e
hinek dibê qeydû pêwindê manegiyan e
hinek dibê hozê mîhan û berxan e kes nizane kalê heftê zeman e
çep lêdixe rast dertîne
rast lêdixê çep dertîne
vedigerîne pêşiya terş û talane
ji wan dikuje tehlike û pensid merane
ji wan distîne hezarû pênsid hespane tevî zînane gemane
dide pêşiya xwe fenanî garanê gohê gundane
berê xwe dide konê Evdoyê Hîzoyî
na wele Uskanê başî Mîrê Milan e
Ûskanî başî ve sibengê tevê Mele Xelîl li hêşiyê kona digeriyane
bala xwe berdayê derketiye pêşiya terş û talane go de are em herin ve sibengê malxirabo Dewrêşê Evdî siwarê Xiyalî Ledwan e
dîsa ji me ra anî terşû talane
dema derketine pêşiya terş û talane
bala xwe berdane terş û talan mabû li hêviya kalê haftê zemane
dibê kanê hersî boxe berane
go maruso min ji êla te ra kiriye bi kurban
timû timû cara me ji te ra keleh çêdikirin seriyane
zevî çêdikirin ji cendekan e
te digot kûçikê nava Êzidiyan e
tu rabe bistû çar saeta têke serê û eşîra xwe cuhurê di hespane
bira bîst û çar saeta bisekine li ser darê piyane
bîstû çar saeta bigirin dizgînê manegiyane ji xwe ra bibînin tevdîrek yatak girane
îro şûnda ne wexta minû ot e
xelkê destê Eyşana bigirin bavên terkiyê di hespane
namûsa qîzê we Mila diçe du quriş û nîvan e
wêl axxx wêl wêl wêl... xeyêlo wel.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum