Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dil Çetin E
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dil Çetin E

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman... eman lo dil çetin e
lo lo lawko gelo dil çetin e wî reben ez im lo dil çetin e Xwedê xirav bike te dilê mi kiribû sêlek ji sêla hesin e agirek dabû serda berxê yekî bine,
tu sêr bike, fesad û şeytanê dêrisê gundê me
li gera biniya mala temam sekinî lo rûniştine
qal û miqareta min û te va ax lo li hevdu ra tev gotine
Xwedê xirav bike tirsim ca bo lafa min û te va bigêje kotiyê mêra mêrê min e ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê malxirabo
tu wer vê sibengê te bikuje mi bi serda
der û cînar temam bêjin lê lê tolê te digo lawkê cindî berdilkê lo dilê min e
eman eman eman...
eman dil çetin e
Lo lo kuro hêtîmo sibe ye vê sibengê mi ji te ra nego malxirabo berjêr meçe wî gidî li min meşmeş neke hewar Xwedê vê sibengê malxirabo gava tu mi radimîsî devê xwe bike xal û xetê gerdenê temiya mi li te be gerdena mi piro çîl û pir qerqaşo, piro gewr e
gelî gundî cînarno vê sibengê tu kit meke
hewar Xwedê li ber diranê lo xwe reş meke
hewar Xwedê vê sibengê kotî miskînî heramî mêrê xirav
vê sibengê li derê malê tere têye, bira bi min û te va ca nehese
gelo kilîta reş derê me nexe, te nekuje mi bi serda
lawko gidî gelo vê sibengê derê mala bavê mi gulîbirê
ji xwe ra vê sibengê dêra çengelî lawko dîno dîsa ca reş neke
Sebrê dînê gelo tu nizanî vê sibengê malxirabê
ezo ji dila a bengî me gelo sed û şeş im

îro çendê me temam bû li derê mala bavê te ra terim têmo
berxê dînê ez dimeşim
ezê fenanî darek ji darê tûyê reben ez im lo ca biweşim
xelk bû harisê mal û halê temelê dunyalikê
di dêrisê gunda da ez bûm aşiqê bejna zirav, çav û buryê belekreş im berxê dînê îro çendê mi temam bû gelo vê sibengê ez sewdalî me bi dilekî na bi donzdeh dila li ser bejna zirav lê ez bengî me
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê di nava cih û nivîn û yataxê da rûniştî me berxê gidî kes nizane ez ji derdê dilê rezîlo ez nexweş im
eman eman eman...
eman dil çetin e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.