Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlber Çiya Hemû Dibên Em Çiya Ne
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dîlber Çiya Hemû Dibên Em Çiya Ne

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ê le dîlber hela rabe
çiya hemû li hev civiyane xwe say dikin dibêjin em çiya ne
reben ez im çiyayê piçûk rabûni çiyayê mezin di ber da sêfîl û zelûl melûl mane felek mala te xirab be te çima li me wa kir
serê xwe bi ser mi da hejandiye, çepilê xwe bi ser mi da li ba kir bejna xelkê min î têlî delalî şebabî fodil îro li ber çavê mi wenda kir gundo tu xira bî sala par vî çaxî nêçîra teyrê xwenê tawis bi tene bûm îsal û pê ra ketime qar û bêgarê miskînê nemerdê heramê mêrê xirab sêr bike gelî gundî cînarno vê sibengê mala we xira be
îsal bi pê ra gelo sala par vê çaxê nêçîra teyrê xwe nê hurê jê di dir bûm di dêrisê gunda da li piştî çeleng siwarê xwe mame bê xwedî bê xwedan e

li min li min li min...
li min gundo

gundo yo ax gundîno we xêr ji ezîzê dilê xwe nedîno
kê ji we dêrisê gundê me da kiriye fesadî şeytanîno
ca ji mi ra bibêjin kê ji we ez û muhuba şîrîn
li gera biniya mala ser kanîka jêrîn li ba hev dîno

Ê le dîlber ezê xezal im xezala welêt im
ez werdekê Gola Xêmûr tîrê Ferêt im
felek mala te xira be te çima li me wa kir
serê xwe bi ser mi da hejandî, çepilê xwe bi ser mi da liba kir
bejna xelkê min î têlî delalî şebabî fodil li ber çavê mi wenda kir
gidîno gelo tu sêr biki sala par vê çaxê nêçîra teyrê xwenê tawis bi tene bûm îsal jî pê ra ketime qar û bêgarê miskînê nemerdî heramî mera ne fenanî zêrek ji zêrê mamûdî dêrisê gunda da qedr û qîmetê me nemane ezê ji we ra piştî çeleng siwarê xwe bê qedr û qîmet im

li min li min li min...
li min gundo

le gundo wê hê ax gundîno we xêr ji ezîzê dilê xwe nedîno
kê ji we dêrisê gundê me da kiriye fesadî şeytanîno
ca ji mi ra bibêjin kê ji we ez û muhuba şîrîn
li gere binya mala ser kanîka jêrîn cem hev dîno.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.