Şarkı Sözleri
Ê Dîlberê mi ji te ra nego kofika xwe girê mede
malxirabê gelo vê sibengê donzdeh terza Xaliq Rebî gelo awaz bi awaz
xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav,
dêmê gulî, yanaxî ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî
hela bala xwe bidê vê sibengê malxirabo
gerdena zirav, çîl û qerqaş, spî beyaz
sebrê gidî îro çendê mi temam bû di dêrisê gunda da ji bona bejna zirav nexweş im sewdalî me, meraqlî me ez ji te ra sond bixwim, ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kî ramîsanekî ji dev û lêvê şekirî, ji yanaxî ehmedî, terzê di hakimî ji Dîlbera nazik ez dixwazim sebrê gidî tu cara li mi neke minet û gidî tinaz
dimrim dimrim dimrim...
berxê bira Xaliqê Alemê miradê miradxwaza hasil biki miradê min û te va bi tevahî, ramîsanekî li te kerem bikim Rebî emanetê xwe ji min bistîne, dîsa cî da bimrim
Dîlberê lê lê muhubê sibeyê serê mi dêşê dilê mi bona te gurregurr e hela rabe
Xaliqo bi Rebiyo bejna zirav li derê malê tere tê tu bala xwe bidê vê sibengê
şam û qutniyê Helebê li bejna xwe kiriye
ser qundira Helebê tere tê vedigere wa dizivire wî
ev çi kese mala xwe xirav bike,
ocaxê xwe kor bike, derê xwe bi heft kilîta mor bike
gelo dil û cîgerê xwe bîne, destê xwe dilê xwe da dayne zora mal û hal û temelê dunyalikê
here Dilbera nazik vê sibengê malxirabo ji mi bistîne ji nevsa xwe ra ca bikire wî
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
şûrê min evdalê Xwedê heya dunya xweş ava be
ji bo Dîlbera nazik fenanî şûrê Sultan Ebdureşat na wele vê sibengê Sultan Abdulhamit
tim û tim cara keskîn e tev dibire
dimrim dimrim dimrim...
berxê gidî dimrim bona bejna zirav dimrim bira devê mi bi xal û xetê gerdena zer biketa ramîsenak dev û lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî,
terzê di hakimî, şemlê di Erebî, xebxebkê ber guhara kerem bikim ez ji te ra sond bixwim Rebî emanetê xwe bistîne cîda bimrim
Go lo lo oy oy oy...
lo lawiko oy oy ez ji te ra sond bixwim
mi ji te ra nego wey e, wî bi min wey e êvar e ro li ava gelo mexrebe ye
berxê gidî rêka gundê me bişewite rêko wê bi cade ye
Quran û kitêvê rû dunyayê bextê min û te ra faleme ye
hatin û çûyin ji xwe ra qiyale ye
berxê gidî gelo ew kesê ku were xwazgîniyê mi keçikê
ji devê wî, heftê hezar bavê wî zêde ye
ez ji te ra sond bixwim navê Quranê
bi dînê Mihemed, dînekî miqedes e, dînê me ye
malxirabo heya dunya xweş ava be
ew taxima sing û bera, cotê zer memika bostanê nevsa te ye dimrim dimrim dimrim...
dimrim gundo dimrim
sebrê dimrim, gidî dimrim, berxê dimrim, karê dimrim
bira devê mi bi xal û xetê gerdena zer biketa
Xaliqê Alemê emanetê xwe ji mi bistanda cî da bimrim tu nizanî ji bona bejna zirav, dev û lêvê şekirî,
yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, qisedana şîrîn disa dimrim wele dimrim gundo dimrim dimrim dimrim şêrîno dimrim.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum