
Şarkı Sözleri
Dilber hela rabe kewa gozelê gogerçîne, nazike nazenîn
îro sekinî li banê qesrê gelo vê sibengê malxirabo
bi işaretê desta, bi awirî çava, qinyatê dila vê sibengê bang li mi kir hewar Xwedê bang li mi kir
lê lê kawê kubarê kanê bext û qewl û qirarê sala par vê çaxê biniya mala te terka mi evdalê Xwedê şekirê xorta kiriyê
ez ji te ra sond bixwim îro te kotî miskînî heramî mêrê xirab standî te bi destê xwe ji xwe ra xwelîka sar li xwe kir
Dîlber de rabi, kubara mi de rabi, şîrîna mi de rabi
ax melhema ser birîna mi de rabi
Dîlberê digo de lo lawiko sibe ye, serê mi diêşyabû
ez ji te ra sond bixwim vê sibegê dilê mi gulîbira Xwedê pê ra melhemek tu tê lê nekir
mi keçikê ji gavê din da tu sêr bike gelo vê sibengê
bi gotinê kal û pîrê van sal û zemana fesad û şeytanê gundê me kir
ez ji te ra sond bixwim mi bi destê xwe kir
hey bêbexto ew xwelîka sar û cemidî çi bû
mi ser şekirê xorta ra gelo ca li xwe kir
gidyo gilî û gazin û loma ji dilê minê rezilê bê qewlê bê qirar meke
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê,
bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
ez çi bikim yaziya Rebî bû li gelo vê sibengê jor nenivîsî
kalê bavê, pîra dê ji xwe ra wî li jêr nekir
Dîlberê sibe ye vê sibengê mi ji te ra nego
tu rabe cote elbê toqatî bavê zendê zerbadayî
ji jor da were ser kanîka biniya mala
ez ji te ra sond bixwim ezê li banê qesrê li ber pencerê bisekinim
ji kedera dilê rezil ra qasekî dêhna xwe bidim girêdana xerîb bejn û bala
heger şifqet ketiye dilê te da te bang mi kiriye
ramîsanekî ezê kerem bikim li dev û lêvê şekirî,
li yanaxî ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî,
dev û lêvê şekirî, na welle nava zerbistana nîşan û xala
kawe kubarê tu ser bike vê sibengê malxirabê sed yazixa bejna zirav nebû di kaviliyê gunda da te çima wisa herimand
kiriye ber pîsan û miskîna
ez ji te ra sond bixwim mêrê heftê bi heştê salî û kala
Dilber yeman yeman...
bê yeman ez gune me gidî
Kuro êtîmo mi ji te ra nego
pezê mala bavê mi keçikê gelo vê sibengê birekî giran e pezê celeb e
bêbexto vê sibengê temiya mi li te be, tu dîn nebe dîn dîn nebe
ber bi colan û pîgara ji xwe ra berjêr mebe
bira temî wesyeta mi li te be
tu were ramîsanekî li dev û lêvê şekirî,
li yanaxî ehmedî, terzê hakimî kerem ke
gurê bixwe, dizê bibe, xelkê bêje dêla yarê bû sebebe
loy ûy eman loy ûy...
ûy evdal im gidî
De lê yê Dîlberê sibe ye vê sibengê
ez diçûme gera biniya mala bişewite ji dilê min û te ra darî ter e malxirabê van gotina ji mi ra mebêje gelo vê sibengê
here diwanê rûnê li pencerê sêr bike, berjor here
te bêbextiya xwe kiriye vê sibengê îro ji şûnda ji birîna dilê mi vegere
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê,
bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê ezê xwe berdime ber qedayî hezkî bira serê mi di oxira kubara mi da here
dilber lo hûy hûy...
dilber yeman.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum