Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlber Meraqê Min
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Dîlber Meraqê Min

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dîlber ca tu rabe porê xwe şe ke
gelo vê sibengê qatê qumaşê Helebê li xwe ke kilîtekî reş li derê mala bavê xwe ke
vê sibengê gelo bi tilî û bêçiyê balmûmî,
bi zendê badayî, bi şam û qutniyê Helebê qasekî mendîla xwe ji mi ra ca li ba neke
tu nizanî derdê dilê mi pir e, mereqa dilê mi gelek e
sebrê îro çendê mi temam bû birînê mi kewa xwe girtine
tu derdê mi tevra meke, birînê mi teze neke
tu nizanî pêxemberê me heq e, Xwedayê me yek e
gelo tu xenîmî bav û birayê xwe ke
bes e vê sibengê derda li ser kula li canê mi teze neke
hey wax hey wax hey wax...
hey wax kedera dila
Digo lawiko sibe bû
mi ji te ra nego wiha nîne, wiha nîne
gelo tu derê mala bavê mi ra mere meyê xwe li ba meke, xwe nehejîne
vê sibengê kiliteke reş li derê mala bavê xwe bixîne,
xeber û gotinê xweşik û xweşik bi ser mi da tu neşîne
tu nizanî ji bona te alîkî dilê mi bi kul e, yekî bi derd e,
yek keder e, yek mereq e, yek birîn e
hey malxirav vê sibengê eger tu mêrkî çê yî
vê sibengê ez dayika donzdeh kura bim, donzdeh qiza bim gulîkî mi reş be yek spî be ezê bi dû te dim
tu bi destê mi bigre ji xwe ra mi ji mala vî lawikî birevîne
hey wax hey wax hey wax... hey wax hey wax dil bi kulê

Keçikê ezê bi bextê gora bavê te ketime, ezê ne sax im ne nexweş im
ezê vê sibengê xortekî piçûkê nazik û nazenîn im, pir keleş im gelo vê sibengê ezê bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
xelk bi harisê mal û hal û temelê dunyalika derewîn
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav
dêmê gulî, yanaxî ehmedî, terzê di hakimî, çav û buryê belek reş im
tu sêr bike vê sibengê mi bi sonda qesemê sond xwarî
ew tehna bavê te li mi daye
tim û tim dara ezê li berderê mala bavê te ra derbas bibim wa bimeşim
hey wax hey wax hey wax...
hey wax hey wax dil bi kulê
Le lo lo yo yo lo lawiko sibe bû
gelo mi tu xêr nedî ji te, ji xwe, ji vî dilî
heft xwezila bi çar rojê di ewilî
mi dî lawikê minê cindî tevî çend gencê gundê me
di derê me ra derbas dibû, wa dimilmilî
migo gundo tu xirab bî, wêrano tu wêran bî
fesadî şeytaniya xwe kirin, nehîştin ez û lawikê xwe va
qasekî rûnên bi destê hevdu bigrin, hevdu ji xwe ra birevînin
bavên ber bextê bavê Celal gelo vê sibengê mêrê merxas
gundo tu xirab bî dîsa şêrê gulî
hewar hewar hewar...
hewar Xwedê hêvî gumana mi ji te heye
herçiyê ji te çi dîlekê bike gere Rebî bidê
gelo vê sibengê malxirabo bibêm hewar Xwedê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.