Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlbera Mîrê Tatosê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Dîlbera Mîrê Tatosê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê Dîlber Tekmana şewitî bişewite wê li nik e çekbendê milê Emer Axa Mîrê Tatosê bi sê terza ne bi gulik û bi qendik û wa bi bendik e
bira devê mi bi xal û deqê sing û berê Dîlbera Emer Axa mîrê Tatosê mirê zirav biketa
Emer Axa mîrekî zor û zirbe ye
bira here şîkat û gilyê mi bike lingê mi li qeydê xe
destê mi li kelemçê xe
hustiyê mi li lelê xe
sed û yek darî li binê lingê mi bixe
sed û yek zêrî findeqî ceza ji min bistîne
sed û yek salî ceza û îdama mi bide
berê mi bidi Sînopê, Zonguldaxê adê heft behra
eger heval û hogirê mi ji mi pirsîne ceza û cirma te çî ye ezê bêjim mala we xirav be
minê ramîsanekî li xal û xetê gerdena Dîlbera Emer Axa Mîrê Tatosê mîrê zirav kerem kiriye
Emer Axa mîrekî zor û zirbe ye, şikyat û gilyê mi kiriye
lingê mi bi qeyde ye, destê mi bi kelemçe ye, stûyê mi bi lele ye
sed û yek dar li binê lingê mi xistiye
sed û yek zêrî findeqî ceza ji mi standiye
sed û yek salî ceza û îdama mi biriye
berê mi dabû Sînopê Zonguldaxê adê di behra
nava qandar û qatilê mapusxana Siwêrekê
gelî gundî cînarno vê sibengê seb xatirê ramîsana gidî ji bona xatirê ramîsana Dîlbera min cirma mi tune, cezayê mi hindik e
Dilber Dilber Dilber Dîlber ax li min hê hê hê gidî
ax dîlbîlmezê hê hê hê yeman, dilbikulê hê hê hê Dîlber
le Dîlber zozanî fêzî mala zozanî me ne wî
be qewlê bê qirerê

hêşîn nabe şûna kêf û henek û laqirdiyê min û te ne hayê Dîlber ax wayê Dîlber lê dimrim esmer wayê wayê
Lê lê hê hê...
lê lê Dîlberê
buhar e çiya bang dikirî gotî çiya le darî mezin xeber dane deviya
le şaxê piçûk xeber dane geliya
Gulê digote Rihanê go xwengê gelo halê te çî ye go dayikê tu nizanî vê sibengê malxirabo
kanê koçerê van zozana
xalî hîştine serê çilan û çiya
digo dayikê tu nizanî payîza me Serhedê hatiye qirê berfê xwe avêtî serê çilan û çiya
li me hişk bûne gîhayê zozana
li me çikyane avê çeman û kaniya tu sêr bike
Mûrada welatê me bihara radibe, payîza navê kapê hûr canûya
qîz û bûkê van sal û zemana
berê bi merû ra dikevine kêf û henek û zewq û laqirdiya
di soniyê da çend gede gûdê van sal û zemana dikevin
deste çekê qumaş li xwe dikin
xwe li ser xaniya tîk dikin
şewqê xwe xwar dikin
gotinê canik û camêra red dikin
bi gotina tolazê van sal û zemana dikin
tu sêr bike di soniyê da ji xwe ra dest davêne qurî û taviyan û bêbextiya ocaxê te kor be, otlaxê koçera qediyane dageriyane xaniya
xanî germ in, kêç ketinê, binê xaniyan pîs in
tirsim vê sibengê xirav bikin rewşê qîzan û bûkan xemlê van zeriya
Dîlber Dilber Dîlber Dîlber
ax li min ê hê hê hê hê gidî
ax dîlbîlmezê hê hê yeman tev zalimê hê hê hê... gidî
le Dîlber zozanî fêzî mala zozanî me ne
beqewlê, bêqirerê
hêşîn nabe şûna kêf û henek û laqirdiyê min û te ne hayê Dîlber ax wayê Dîlber lê dimrim esmer wayê wayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.