Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlberê Ca Rabe
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Dîlberê Ca Rabe

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dîlberê ca rabe hayê hayê hayê...
Hewû zalimê sibe ye mi ji te ra nego malê me danîne li warê jorîn berxê ji xwe ra li hember e ha hayê hayê bejna te zirav e ji tayê rihanê
ji tilta dara biyê, na wele ji têla kerengzer e
ezê bi te kim, tu Rebî dihebînî
bi awirê çava, bi qinyatê dila, işaretê desta bang te bikim tu meskin hetanî ser kanîka biniya mala ji xwe ra were hayê ê hê hayê eman hey wayê hey wayê
Lawiko mi ji te ra nego wiha nîne gidyo wiha meke lo bêbexto tu nizanî derdê dilê mi pir e
mereqê dilê mi gelek e, ê temî weyseta mi li te be
li kêleka kotî miskînî heramî mêrê xirab tu cara rûmenê bi awirê çava, bi işaretê desta ji xwe ra îşaret meke
tu nizanî kotî miskînê heramî mêrê mi şeytan e
dêrisê gunda da xeberdar neke
ezê kilîta cotê zer memika teslîmê te bikim tu di cêba xwe ke
rojê careke bîhna te teng dibe hehû reben im derî veke
Go dîlberê ca rabe serê xwe bilind ke emê xwe bidin zozanê Kemê
ê ha ha hayê ha ha ha... hayê hayê hayê
delaliyê hê hê emê xwe berdine zozanek ji zozanî Kemê hê hê
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
li kumêtî kapreş siwar bibim destê mi da dikşîne dizgînê tevê gemê hê hê ezê bi destê kewa gozel e gogerçîn bigrim
qasekî ji kedera dilê xwe bi tenê ra rabim birevînim gelo vê sibengê bavêm welatê xerîb û xerîbistanê malxirabo gelo ne çarşî malxirabo ne cumê ne înê ez ji te ra sond bixwim gelo her sê saetê vê çarşemê êtîm dîno îro çendê mi temam bû
dêrisê gundê xirab da te li mi xistî derba xençerê

ez ji te ra sond bixwim tu cara xweş nebe dewsa birîna bêxwediya qemê Lo delaliyo mi ji te ra nego wiha nîne berxo tu cara wiha meke
tu nizanî derdê dilê mi pir e
mereqê dilê mi dêrisê gunda da pir gelek e
kotî miskînî heramî mêrê mi şeytan e
dêrisê gunda da li kêlekê rûmenê işaret neke
bêbexto gelo ezê kilîta cotê zer memika teslîmê te bikim
tu ji xwe ra di cêba xwe ke
rojê careke bîna te teng dibe
di dêrisê gunda da hewû rebenim derî veke.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.