
Şarkı Sözleri
Dîlberê mi ji te ra nego bi çiyê da mere hayê hayê... hehu zalimê sibe ye vê sibengê çiya mezin e hayê hayê....... lê lê berxê tu were qasekî rûne li teniştê,
kêleka xwe bide kêleka mine
herçî kesê bizanibe ji xwe bibêjin dostê di hevdu ne herçî kesê nizanibe
ez bi bextê te û Xwedê ketime wê bibên mêr û jin e
ca tu dêhna xwe bidê vê sibengê
der û cînar û gundî, malî, fesad û şeytanê me fesadiya xwe kirine ji miskînî heramî mêrê te ra digotine
mi dî kewa gozel xwe dabû banê qesrê
senîbû li ber pencerê vê sibengê çavê wê li min e
gelî gundî cînarno tu sêr bike kewa gozel ji tirsa wî marusî newêre eva marusê lawê marusa tevî heval û hogirê xwe li gera binya mala rûniştine
ca tu bala xwe bidê kewa gozel nikare du deqa li kêleka mi runê sebrê nasekine
bê dîlber hayê wayê hayê wayê... bê gidî were
tu nizanî mereqa gi li dilê mi pir e
dilê mi ji xwe ra tamamî bi kul û derd û bi keser e
Dîlberê mi ji te ra nego çiyayê me bişewito ho ho ho... ho ho hayê bi dar û dirî
hehû zalimê tu bala xwe bidê vê sibengê
malê me danîne li zozana berxê li vî kirrî,
ca sibe bû ezê çûme nava êla giran
mi di kewa gozela gogerçîn ji xwe ra li ser darê darbestê hewar Xwedê gelo vê sibengê
şêx û melê welatê me temam berhev bûbûn kefenê kewa mi dibirî
mi go berxê ez nizanim li min û kewa gozel qelibî nifirê kijan şêx û meleyî
berxê min û te va kiribû xeyba hayê hayê hayê... hayê hayê bûbê gurrî
bê dîlber ax zalimê ax ax ax li min ez gune me
hehû zalimê tu nizanî xelk bû harisê mal û hal û temelê dunyalikê
sebrê gelo ne ez aşiqê bejn û bal û girêdan û timtêla te me
sebrê gidî malxirabê tu Zulêxa yî
ez ji te ra sond bixwim Usiv ez bixwe me.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum