Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlberê Serê Mi Diêşe
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dîlberê Serê Mi Diêşe

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dilberê sibe ye serê min diêşê
gidiyê tu bala xwe bidê îro dilê min kînekîn e felek mala te xira be
diçûme birca belek gewra min tunîne
lo lo lawiko kesekê xwedanî xêra tune
ciwabekî ji mehela jêrîn ra ji kubara mi ra bişîne
bêje mala te xira be vê sibengê lawikê te nexweş e
îro ji êvara Xwedê da nexweşê nav nivînê, halê xwe tunîne bira were qasekî li kêleka mi rûnê
bi desmala ser destê xwe ser çavê min bike bangê baweşînê ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
nexweşê bêhal im vê sibengê malxirabê halê mi tunîne ez bi tekim tuyê bi Rebê jorînê
qasekî çavê xwê vekim gidiyê kêfa mi bîne
eman eman eman...
eman gidyono ax hay
Dîlberê ezê bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
serê dilê mi bi derd e
tu bala xwe bidê kubara şîrîn ji gavê din da ji Birca Belek derketiye bi ordama qazê, bi meşya quling, ji xwe ra dimeşe wa dimilmile
heware me Xwedê serê şûştî, porî şilê
gidyanê kûzê li desta, cêrê li mil e
mi
igo kawê kubarê tu rabî ezê bi destê te bigrim birevînim
bavêm ber bextê axan û axaleran, began û begleran, şêxan û şêxleran
heger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê birevînim bavên ber bextê Xaçokî file gidyo gelo vê sibengê ezê bibêjim Xaço
tu bi xaçparêzê bavê xwe kî
mi dîlbera xwe avêtî ber bextê te bi tenê
ezê di bextê te û Xwedê ketime vê sibengê tu nizanî

ji bo dilbera xwe nexweş im dilê mi bi mereq e gidiyo cigera mi bi kul e
eman eman eman...
eman lawiko nemayê ax hay
Dîlberê ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kî
sibe ye vê sibengê malê me danîne zozanê jorîn
berê konê mala bavê min ketiye vê sibengê li roava berî li bayê ez gulîbira Xwedê diçûme bajara bilind
na wele vê sibengê ezê ji jor da daketim devê Feratê Bêlecûkê wêrtasê Ambarçayê
mi dî vê sibengê Xwedê xira bikî vî kambaxî gelo kerr e dîsa jî xwe ra deng jê nayê
keskî xwedanê xêra tuninê bi destê mi bi gûlîbira Xwedê bigire
vê sibengê bi lawikê min ra bigihînê
bibêje kuro kulmalo kubara te nexweş e
ji bona te halê xwe tunînê
êvare heyanî mîla ber şefekê xewa wê nayê
eman eman eman...
eman lawiko nemayê ax hay
Dîlberê ezê bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
bihara welatê me hatiyê
malê me danîne zozana gidiyê gelo vê sibengê zozanî devê çem e tu rabi çaykî ji min ra dem bike vê sibengê ji kêfê ra ca bi dem e
ez ji te ra sond bixwim dilê mi ji bona te bi kul û
bi derd û bi keder û bi meraq û ca bi xem e
mi dî vê sibengê malxirabo dîlbera mi li banê qesrê sekinî
miskîn î heramê mêra xwe dabû cem e
sebrê gelo tu rabi vê sibengê ezê nexweş im nexweşê bêhal im nexweşê nava ciya me gelo vê sibengê bê fayde me
qasekî were ser mi evdalê Xwedê destê xwe di serê mi da dayne tu nizanî dêrisê gunda da sewdalî me meraqlî me

vê sibengê birîndar im birînkûr im
gidiyê vê sibengê dêrisê gunda da birîndarê destê te me hey wax hey wax...
hey wax sekmano gidî
De lo lo lo lo...
lawiko mi ji te ra nego vê sibengê malxirabo
berî ocaxkoro dîsa bi mi berî
lo xirabo hela rabe di dêrisê gunda da berfe baranekî li me barî bibû çamûr û herî
tu dêrisê gundê me da gede û gûde, cahil û cuhûla bi xwe nehesînê ez ji te ra sond bixwim vê sibengê tu li ecelê serê xwe digerî
ezê ji bona te dêrisê gunda da sewda û sewdalî me
meraqlî me vê sibengê ez derdlî me
gidyano derdlî me vê sibengê meramlî me, meraqlî me ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê li halê xwe tûnînim gidyo tu mi dihêlî vê sibengê bi ku da terî
eman eman eman...
eman lawiko nemayê ax hay.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.