Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dilbikulo
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dilbikulo

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman... eman lo dilbikulo
ezê ji te ra bibêm lawko gidî mi ji te ra nego wiha nîne lo wiha meke reben ez im derdê dilê mi piro lo pir gelek e
tuyê qasekî li derê mala bavê mi ra nere neyê lo xwe li ba meke
hewar Xwedê birinê mi kewa xwe dîtine birînê mi teze meke
derd û kulê dilê mi tevra meke
lo lo lawko gidi tu yî vê sibengê dosta tu kor meke
ca dujmina bi min û xwe şa meke
eman eman eman... eman lo dil bi kulo
Lê lê sebrê sibe bû mi ji te ra nego mi li vî dînî hewû gidî lo te li kî dînî ax gidiyê mi li vî dînî
lê lê sebrê gelo te ji xwe ra lo te li kî dînî
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
gidiyê gelo di dêrisê gunda da tu hem virek î lo hem û derewîn î gidiyê ezê ji te ra vê sibengê li te bikim rica û dîlekê
tu bidî bo xatirê Rebê Jorîn gelo vê sibengê vî Xaliqî vî Pêxemberî Pêxemberî axirê di zemînî
sebrê gidiyê bihîstina mi bihîstiye
di ser min evdalê Xwedê ra tu gelek xortê xelkê lê lê gidî lê tu bihebînî
eman eman eman...
eman lo dil bi kulo
Gidî lo lo lawko mi ji te ra nego aha nîne wele nakim reben ez im law aha nîne lo bîle nakim
ezê vê sibengê serê Resûlê Ekrem
şexsan zaretê rû dunyayê temamî xenîmê canê xwe kim

lo lo hêtîmo gelo vê sibengê malxirabo
mi sond xwariye bi sonda qesemê, navê Quranê, bi dîn û îmanê,
bi telaqê jinberdanê, bi yasînê, lo lo gidî lo vê Quranê
ezê di dêrisê gunda da di ser te ra îro bi şûn da
tu cara tu xorta qebûl nakim
lo lo gidî gelo vê sibengê tu mêra helal nakim
eman eman eman... eman lo dil bi kulo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.