Şarkı Sözleri
Dilber gelo mi ji te ra nego
mesekine li ser xênî, li ser kulekê, ax li minê lê meke tarî
ax li minê hê Dîlber, ê tew zalimê mi çi go
lê lê sebrê gelo malxirabê kesek tune ji kotiyê mêra ra bibêje
orta Xaç û Xidir Nebî nav taxima sing û berê Dîlbera mi da bê gidiyê lê gul dibarî
ax li minê hê Dîlber, ê tew zalimê mi çi go
ezê rabim ji bona ramîsanekî li kêleka bejna zirav sikinîm
ax dikime fixan û bê li minê lê dikim zarîn
ax li minê dîlber, ê tew zalimê mi çi go
eman eman eman eman bê dîlbîlmezê mi çi go
Dilber gelo vê sibengê malxirabê tu serê xwe bişo
bê temiya mi li te be, tu avê bê gidiyê lê tu car merêj
ax li minê hê Dîlber, ê tew zalimê mi çi go
hela rabe vê sibengê şê û şê biskê di şê, tûncika narincî
bi ser sûretê sorê sosinî da berde ax dîlbîlmezê lo kin û dirêj
ax li minê hê gidiyê, ê tew zalimê mi çi go
sebrê gelo ji gavê din da ez û tu va mijûl bûne
ew xebera mi ji te ra gotiye tu cara ji tu keskî ra bê zalimê lê dîsa mebêj
ax li minê hê Dîlber, ê tew zalimê mi çi go
eman eman eman Dîlber, bê dîlbîlmezê mi çi go
Dîlber gelo vê sibengê malxirabê mi ji te ra nego tu serê xwe biso, bê zalimê lê ca di ber da
ax li minê hê gidiyê bê dîlbîlmezê mi çi go
hela rabe şê û şê biskê di şê jor da malxirabê berde di ser singê bê dîlbîlmezê lê sor û zer da
ax li minê hê gidî, lê dîlbîlmezê mi çi go
digo kuro êtîmo tu rabe ramîsanekî li min kerem ke
kotiyê mêra niha tê ji der da te dikuje, ax zalimê lo mi bi ser da
ax liminê hê Dîlber, ê tew zalimê mi çi go
eman eman eman Dîlber bê dil bi kulê mi çi go.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum