Şarkı Sözleri
Delîl delîl delîl...
delîl delîl lo delîl nabe
Berxa dilê mi gelo
dilê rezîl ketiyê dikim nakim lo çare nabe
delîl dînê serê mi bi heyran gelo ray li huba lo dila nabe berxa dilê mi tu bala xwe bidê gelo eşîra mala bavê mi gelek e tirsim îro çendê temam bêtifaqî ketiye navê
ji bona belek çava hoy hoy lo ji hev bela be
xelkê min î têlî delalî şebabî fodil bê qewm e bê lêzim e
tirsim di nava eşîra mala bavê mi da wî lo ca wenda be
ezê herime pêşiya heval û hogirê xwe da
bêjim gelî heval û hogirno ezê bi we kim, hûnê bi Xwedê kin
gelo ji derdê dilê rezîl hoy oy lo wê çawa be
îro çendê mi temam bû
kesek tune cuwabeke bide gede lawikê cindî, bêje mala te xirab be
kewa gozel eşqa dilê rezîl dil heye lo hoy lo wê belav be
berxa dilê mi gelo mi ji te ra nego delîl delîl nabe
Delîl delîl delîl...
ax lo delîl delîl delîl... lo delîl yadê
Berxa dilê mi genimê rasta Bişêriyê hêşîn bûne
hatine ber bêjing û lo ber seradê
ez ji te ra sond bixwim kopeka dê sond xwariye bi navê Quranê
heya zavê bi herdu çava nebîne tu car wî lo keçê nadê
hela tuyê bigire li şans û qedera mi delîlê, mi feqîrê, wî lo bêmiradê ax lo delîl delîl lo delîl nabe
dilê rezîl ketiyê dikim nakim di kaviliyê gunda da lo çare nabe
berxa dilê mi gelo ro li huba dila nabe
delîl delîl delîl lo delîl yadê
Delîl yadê lo sibe ye gelo vê sibengê ezê çûme çiyayê bilind tu sêr bike li vê surê dayê wî lo li vê sermayê
malxirabê tu dêhna xwe bidê ezê nexweş im ji bona çavê reş û belek
îro ketime kaviliyê gunda wî lo li dunyayê
hey malmîrat te çima terka çavê reş û belek kiriye berê xwe da qurbetê hoy oy lo li Almanyayê malxirabo tu nizanî têyê feqîr bimînî
gelo ji xwe ra hêsîr bimînî li gobekê hoy lo li dunyayê ez ji te ra sond bixwim vê sibengê welatê gêwir e çûyîn heye gelo hatin bi destê bi Xweda yê
ax delîl delîl delîl...
delîl delîl lo delîl nabe
kuro berxa dilê mi dilê rezîl ketiyê dikim nakim lo
îro ro li huba dilê rezîl nabe
ez bextê te û Xwedê ketime
êla mala bavê mi giran e wê bela be.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum