🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dosto

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax de lê lê lê lê lê lê...
bê de lo lo lo lo lo lo...
Sibe ye minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
le ava Xano, di Mano, Malxas, Axadeve
tê li orta Boçikmasûriyê, Zado, di Mado
bi Şariyanê re daw dibîne, Mûradê ra li hev dikeve saet li şeşê di şevê bû
mi dî destekî sar û cemidî nava singê û berê mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê
mi deste goştê bû
ji mi turê ezrahîlê kulê, melekê mewtê bû
mi dî destê teresê Dosto bû
pirte pirta zikê Dosto bû
fenanî kalê cezebe da
fenanî hirça di çile da
fenanî gayê qetil û ecelê wî bê
gidîno bizivire ji xwe ra li kêra xwe binêre lo lo
Le Dosto rebeno sibe ye dilê mi kînekîn e zivistan e, çilê erbeîn e
tu rabe kûzê avê ji mal bîne
ser qurêneka derî da welgerîne
derî veke bila neke di çirîne
heft birayê mi hene çûne raw nêçîrê, li mal nîne
pîre dayika mi, kalê bavê mi ketîne xewê hay ji bayê felekê tunîne
tu rabe deste nivîn mi bi xwe ra bibe

herem odesiya me ya tewra di jêrîne
bikeve nava taxima sing û berê mi çîlê, mi başê, mi bozê, mi beyazê,
mi deste goştê, gul û sosinê di xas baxçê bavê te da wisa nîne
Le dosto digo de lê lê keçikê
dilê min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
gava mi derî vekir derî dikire di çirîne
minê Ezrahîlê kulê, melekê mewtê tev di pişta dêrî da dîne
bîst û çar tamarê nav mila mi mirine
tamara binê zimanê mi tenê wa dimîne
Go le Dosto rebeno
stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e
di orta wê û sibê da hê sê saet ji sibê ra ca dimîne
ew gelek canik camêrê fananî te ji ber deriya
ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne
go de lê lê keçikê dilê mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne
Go le Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were
gava tu nayê bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim
ezê ji te ra bi Horyan Baba kim
bi Gurgur Baba kim
bi Uryan Baba kim
bi Gozel Baba kim
Dede Mexsût, Dede Mirad kim
Ocaxa erdê Bilîsê kim
Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim
Şêx Ehmedê Amasiyê kim
Bi Seydayê Taxê kim
Şêx Eliyê Paliyê kim
Şêx Şabedînê erdê Diyarbekirê kim

Ocaxa erdê Xirtê kim Şêxê Çoxreşiyê kim
Mala Seydayê Nêhriyê kim
Şêxê Tiloyî kim
Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim
Şêx Badînê erdê Dignûgê kim
Şêx Evdila şêxê Milazgirê kim
Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê Şexsan û zaretê serê Kosedaxê, Gilîdaxê, etegê Sîpanê kim bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim
bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim eger tuyê têyê were, gava tu nayê
herçî sondê min sond xwarine
berxê temamî xenîmê can û bedenê te û dê û bavê te bi lo lo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.