Şarkı Sözleri
Digo de lê lê Xezalê nemayê sibe bû ezê li dîharî Hozdemirê
warê Mala Paşê diketim
ji dilê min û te ra
gelo vê sibengê li hûr deviyayê
xwezila ji xêrê xweziyê di Xwedê ra mi bi çavê serê xwe bidîta Bavê Elî kekê Ûsê siwarê Seyro
ji kavilya Qizqapanê siwar bibiya komê xulama li dû bûna bi sê ciyayê
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
xelkê wenda kirî teke û tûke
minê wenda kirî Bavê Elî kekê Ûsê bi siwarê Seyro
tu sêr bike gelo torinê Mala Paşê beranek ji beranê pezkûviya
de lo heya dunya xweş ava be
li piştî torinê Mala Paşê ezê rûnêm
ji derdê giran ra dîsa bibêjim Zabito lo ho li minê
Ez nemînim nemînim nemînim ji siwara ji peya ra nemînim ji axa ra nemînim ji qenca ra
nemînim ji maqûla ra
nemînim ji berxê Mala Kor Husên Paşa ra
Lê lê dayê rebenê sibe bû
ezê diçûme Erdîşa şewitî bişewite
ji dilê min û te ra
ber û berî vê Xelatê li kevir û taşa
sêr bike li tilî bêçiyê Elî Begê berxê Mala Paşê li gustîla hehû rebenê gelo dîsa li van qaşa hela rabe sêr bike gelo
li tilî û bêçiyê Elî Begê berxê Mala Paşê wey la li mi nemayê efendiyê Mala Axê
hehû rebenê gelo vê sibengê
li gustîla ji xwe ra li van qaşa
kesekî tune cuwabekî bide Nadir Begê
bêje mala te xira be
îro ji êvara Xwedê da di şewitiya Elcewazê da
Elî Beg nexweş e pir bedhal e
gelo vê sibengê teze min dizanibû
hînga mi dizanibû qelyabû Mala Kor Husên Paşa
Ez nemînim nemînim nemînim... ji axa ra ez nemînim ji siwara ji peya ra nemînim ji gula govenda siwarê Çîçekê ra gidîno gelo ji axayê axa ra ji efendiyê nava efendiya ra berdevkê mêran û hakima ra tilî û bêçiyê li ser qelema ra
ji Elî Begê berxê Mala Husên Paşa ra
Lê lê dayê rebenê sibe bû gelo vê sibengê ezê li dîharî Patnosê diketim
dilê min û te ra wa li til e
mi di Elî Beg ji gavê din da ji malê derketiye çentê efendiyê ca li mil e
Xwedê xirav bike
berê xwe da şewitiya Erdîşê berjêr dimilmile gelî gundî cînarno
minê bala xwe berdayê bi made ye
dilê begê min ji xwe ra bi keder û ca bi kul e
kesekî xwedanê xêra tune
ciwabekî ji Nadir Begê ra bihere
bêje mala te xirav be tu li Zomikê çi rûniştî
hela rabe ciwabekî nebxêrê hatiye
dibê Elî Beg ji Erdîşê çûye Elcewazê
nexweş e pir bedhal e
hela rabe vê sibengê çi bikim ocaxê te kor be
ûrtê Mala Paşê qeliyaye
ez çi bikim hevalê Elî Begê min ji xwe ra xişîm û pir cahil e
Ez nemînim nemînim nemînim... ji axa ra nemînim ji suwara ji peya ra
le gelo ji berxê Mala Husên Paşa ra ji gula nava siwar û peya ra
na wele ji berdevkê mîran û hakima ra
ez nemînim vê sibengê malxirabo
ji kela dujmin û neyara
hehû rebenê vê sibengê neyara ra
Lê lê dayê rebenê sibe bû gelo vê sibengê ezê bi dîharî Patnosê diketim
dilê min û te ra gelo vê sibengê bi qewax ê
hela sêr bike ezê daketime berê Geliyê Zîlan serê Erdîşê
Xwedê xirav bike vê sibengê newal û bi şax ê
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma mekin
mi nizanibû Elî Beg berxê Mala Paşê berxê Salih Begê peyayê bi tenê
gula govenda, berdevkê mîran û hakima
hetanî roja îro cahil nebû xişîm nebû nezan nebû
dabû pey gede û gûde berê xwe dabû Erdîşê minê nizanibû gelo kîjan dêtolî kîjan bavecemî bi serê Begê mi çêkir şax û boyaxe
lê lê dayê rebenê tu sêr bike
keseke tune ciwabekî bide Nadir Begê
li Zomikê bêje mala te xirav be
hela rabe ciwabekî nebixêrê hatiye
dibê Elî Beg ji Erdîşê derbas biye Elcewazê nexweş e pir bedhal e berxê Mala Paşê
îro ji êvara Xwedê da li serê dilê mi xistiye gelo cote tîr û reben ez im gelo vê sibengê cote dax e
Ez nemînim nemînim nemînim... nemînim ji suwara ji peya ra
nemînim ji axa ra
ji gula govenda, berdevkê mîran û hakima ra tilî û bêçiyê ser qelema ra
wey la li mi nemayê ji hûrgula qarişî siwara hehû rebenê ji kela qarişî neyara ra
Lê lê dayê rebenê sibe bû
ezê vê sibengê li dîharî Patnosê diketim
ber û berê Erdîşê diketim li quntarî çiyayê minê bala xwe berdayê
Elî Beg berxê Mala Paşê ji malê rabû
hela bala xwe bidê malxirabo li qaşan û gustîla reben ez im vê sibengê li movikê di tilyayê
ji gavê din da kete nava di gede û gûde, cahil û cuhûla ji kêfê ra berê xwe dabû şewitiya Erdîşê
hehû rebenê ji xwe ra dîsa dimeşiya
ciwabekî nebixêrê hatiye Patnosê
derbas bikin Zomikê ji Nadir Begê ra bêjin
mala te xirav be tu rabe gelo
tuyê li wê derê çi sekiniye
Elî Beg ji Erdîşê derbas bûye Elcewazê
ciwabekî nebxêrê hatiye
dibê nexweş e pir bedhal e
mala xwe xirav bike ocaxê xwe kor bike
hînga mi dizanibû pişta Nadir Begê
bi donzdeh ciya ji xwe ra dişikiya ûrt û ocaxê Mala Kor Husên Paşa
ji dewrana dunyalikê diqeliya
Ez nemînim nemînim nemînim...
ji axa ra ji suwara ji peya ra
ji berxê Mala Husên Paşa ra
berdevkê mîran û hakima ra
ji gula govenda malxirabo
tilî û bêçiyê ser defter û qelema ra na wele ji kela qarîşî neyar û dijmina ra.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum