Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Elîfê, Emînê (Ûskan)
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Elîfê, Emînê (Ûskan)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Elîfê go lê lê lê lê
lê Emînê xwengê tu rabe
minê şeva îşev xewnekî dîtibû di xewê da dilê mi porkura Xwedê çuqa jê ditirsiya
mi dî eşîra Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Quto li çemê Badîşo, Derbendî Wêran, newala Hopê bi devê sûsteman û çapiliya li hevdu dialiya orta nîvro bi esrê bû ji girê Xumalo ji hev diqetiya emê geriyan negeriyan cinyazê Ûskanê birayê me nedixûya
tu rabe bi nanê mala me kî, bi serê bavê xwe kî
ezê bi gora bavê te ketime
ca tu rabe emê bi destê hevûdu bigirin emê xwe berdine qesroka tewra di jêrîne cem Bişarê Çeto Bavê Çûrî Kekê Sulhedîne hela vê sibengê va camêra hay ji birayê me tunîne dema xwe berdane derê qesroka tewra di jêrîn e
cem Bişarê Çeto Bavê Çûrî Kekê Sulhedîne dêhna xwe berdayê
va camêra derketiye qanatê tewrê di jorîne
pêgermokê digerîne komê palîwanê wî temamî rûniştîne
bala xwe berdayê ji wê da tê ne
cote hermetî di bûkîne li ser desta desmalê îpeklî ne
dikin fîxan û zarîne hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne
bi sê denga lê kir qêrîne go baciyê hê wê hê lê hê lê lê lê
Elîfê lê Emîne xwengê we xêr e ya xêr nîne go axao xêr û şer tevê hevdu bûne

do ji sibê da eşîra Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Quto
li çemê Badîşokê, li girê Derbendî Wêran, li newala Hopê bi devê sûsteman û çapiliya li hevdu dialiya orta nîvro bi esrê bû
ji girê Xumalo ji hev diqetiya
emê geryan negeryan cinyazê Úskanê birayê me nedixuya
tu bi nanê mala me kî, bi serê bavê xwe kî
ezê di bextê gora Çeto Axa ketime
ji berê di paş da eşîra ji eşîra mêr kuştine kuştina mêra ji mêra ra tiştek nîne gava merû mêrê xelqê bikuje cinyazê mêra veşêre
ji mêrê camêr ra tu şerefek nîne
tu bi nanê mala me kî bi serê bavê xwe kî
ezê di bextê gora bavê te ketime
gidyo te hay ji birayê me tunîne axao
Go Elîfê lê Emînê xwengê
ez ji we ra sond bixwim bi navê Quranê, bi telaqê jinberdanê xweber haya tivinga mi ji birayê te tunîne
tu rabe xwe berde qesroka tewra di jorîne cem Emê Gozikê
kozika birayê te li qarşî kozika vî camêrî ye eger birayê te kuştibe
le cinyazê birayê te li ku be
mêrkê mêrxas e yeqîniya te hebe bi Xwedê Rebê Jorîne
wê bi destê xwe ji te ra bîne lê lê lê lê lê lê dayê lê xwengê cinyazê birayê xwe bibîne sed yazixa vî xweşmêrî lê
malxirabê mêrkî mêrxas e bira li çol yabana nemîne lo lo

Elîfê go Emînê ax lê hê lê hê lê lê lê
lê Emînê xwengê tu rabi qinyata mi ji Bişarê Çeto temam e
emê xwe berdine qesroka ortê cem Emê Gozê Kekê Şemsedîne
bi gotinê gotinçiya, bi salixê vî camêrî ji me ra salix daye kozika birayê me li qarşî vî camêrî ye
hela haya wî ji birangê me heye ya tunîne
dema xwe berdane derê qesroka tewra di ortê
li cem Emê Gozikê Kekê Şemsedîn e bala xwe berdayê
va camêra derketiye qanatê tewrê di jorîne pêgermokê digerîne
komê palîwanî temamî li emrê wî ne
cotê heremê wî li kêlekê rûniştîne dêhna xwe berdayê ji wê da tê ne cote hermetî bûkînî
li ser destê wan e desmalê îpeklî ne
dikin fîxan û zarîne hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne
bi sê denga lê kir qêrîne go baciyê hê wê hê lê hê lê lê lê
Lê Elîfê lê Emîne xwengê we xêr e ya xêr nîne
go axao xêr û şer tevê hevdu bûne
do ji sibê da dî eşîra Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Quto
li çemê Badîşokê, li girê Derbendî Wêran, li newala Hopê bi devê sûsteman û çapiliya li hevdu dialiya orta nîvro bi esrê bû
ji girê Xumalo ji hevdu diqetiya
emê geriyan negeriyan cinyazê Úskanê birayê me nedixuya em hatine cem Bişarê Çeto Bavê Çûrî Kekê Sulhedîn e
vî camêrî ji me ra sond xwarî
bi navê Quranê, bi telaqê jinberdanê
gotî xeber haya tivinga mi ji birayê te tunîne
tu rabi xwe berde qesroka ortê

kozika birayê te li qarşî kozika Emê Gozikê Kekê Şemsedîne
tu bi nanê mala me kî, bi serê bavê xwe kî
ezê di bextê gora bavê te ketime
ji berê di paş da eşîra ji eşîra mêr kuştine le kuştina mêra ji mêra ra tiştek nîne gava merû mêrê xelqê bikuje cinyazê mêra veşêre
ji mêrê camêr ra tu şerefek nîne tu bi nanê mala me kî
bi serê bavê xwe kî ezê di bextê gora bavê te ketime
te hay ji birayê me tunîne axao Go Elîfê lê Emînê xwengê
ez ji we ra sond bixwim bi navê Quranê, bi telaqê jinberdanê gotin gotina Bişarê Çeto ye
xweber haya tivinga mi ji birayê te tunîne
tu rabe xwe berde qesroka tewra di jorîne cem Hesenê Ozmîn Kekê Eladîne
kozika birayê te li qarşî kozika vî camêrî ye eger birayê te kuştibe
le cinyazê birayê te li ku be
mêrkî mêrxas e yeqîniya te hebe bi Xwedê Rebê Jorîne
wê bi destê xwe ji te ra bîne lê lê lê
lê lê dayê lê xwengê cinyazê birayê xwe bibîne
sed yazixa vî xweşmêrî lê malxirabê mêrkî mêrxas e
bira li çol yabana nemîne lo lo
Elîfê go Emînê lê ax lê hê lê hê lê lê lê lê
lê Emînê xwengê tu rabi
qinyata mi ji Bişarê Çeto, ji Emê Gozikê temam e

tu rabi emê xwe berdine qesroka tewra di jorîne cem Hesenê Ozmîn Kekê Eladîne
bi gotinê gotinçiya,
bi salixê van herdu camêra ji me ra salix daye kozika birayê me li qarşî vî camêrî ye
hela vê sibengê haya wî ji birayê me heye ya tunîne dema xwe berdane derê qesroka tewra di jorîne li cem Hesenê Ozmîn Kekê Eladîne
dêhna xwe berdayê va camêra vê sibengê pêgermokê digerîne komê palîwanî temamî rûniştîne
bala xwe berdayê ji wê da tê ne cote hermetî bûkînî
li ser destê wan e desmalê îpeklî ne dikin fîxan û zarîne
hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne
bi sê dengê êlî lê kir qêrîne
go baciyê hê wê hê lê hê lê lê lê
go baciyê lê hê ax lê hê lê lê lê...
Lê Elîfê lê Emîne xwengê we xêr e ya xêr nîne
go axao xêr û şer tevê hevdu bûne
do ji sibê da dî eşîra Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Quto
li çemê Badîşokê, li girê Derbendî Wêran, newala Hopê bi devê sûsteman û çapiliya li hevdu dialiya orta nîvro bi esrê bû
ji girê Xumalo dema ji hevdu diqetiya
emê geriyan negeriyan cinyazê Úskanê birayê me nedixuya tu bi nanê mala me kî, bi serê bavê xwe kî em hatine cem Bişarê Çeto, Emê Gozikê
van herdu camêra ji me ra sond xwarî bi navê Quranê, bi teleaqê jinberdanê gotî xeber haya tivinga mi ji birayê te tunîne tu rabi xwe berde qesroka ortê

kozika birayê te li qarşî kozika Hesenê Ozmîn Kekê Eladîne
tu bi nanê mala me kî, bi serê bavê xwe kî
ezê di bextê gora Ozman axa ketime
de ji berê di paş da eşîra ji eşîra mêr kuştine kuştina mêra ji mêra ra tiştek nîne gava merû mêrê xelqê bikuje cinyazê mêra veşêre
ji mêrê camêr ra tu şerefek nîne
tu bi nanê mala me kî bi serê bavê xwe kî
ezê di bextê gora Ozman axa ketime
vê sibengê te hay ji birayê me tunîne axao
Go Elîfê lê Emînê xwengê ez ji we ra sond bixwim bi navê Quranê, bi telaqê jinberdanê gotinê gotina Bişarê Çeto, Emê Gozikê ye
le kozika birayê te li qarşî kozika mi bû
mi tu carî gula xwe bi xayîntî neavêtiye birayê te da
minê bala xwe berda birayê te da gula xwe davêje mi da
çavê birayê te lê bû mi bikuje
cotê xanimê mi li qesra jorîn bî bimîne
minê gulekî bi nîşan avêtiye birangê te da li birangê te xistiye
gere meriv bextê mêrê camêr xirab neke birayê te bi orta çapiliyê xwe girtî hicûmek dabû kozika mi da
minê pêşiya birayê te tehmil nekir ezê direvîm ji kozika xwe derketim birîna birayê te kûr û pir xedar bû vê sibengê derba bêxwediya sêtîrê bû birîna birangê te sar biye
le maye di kozika mi da tu rabê ez salixê kozika xwe ji te ra bidim

xwe berde Ezika Jorîn Ezika Jêrîn qesroka jorîn qesroka jêrîn
li ber Dara Silo Hemzo deviya piçûk kozika ortê kozika min e
cinyazê birayê xwe bibîne
sed yazixa vî xweşmêrî lê malxirabê mêrkî mêrxas e lê lê
Lê lê lê xwengê xwe berde Ezika Jorîn Ezika Jêrîn bê qesroka jorîn qesroka jêrîn
li ber Dara Silo Hemzo deviya piçûk kozika ortê kozika min e
bê cinyazê birayê xwe bibîne sed yazixa vî xweşmêrî lê malxirabê mêrkî mêrxas e
bira li çol yebana nemîne lo lo
Úskano ha Ûskano te mêrxaso, çepildirêjo simbilreşo, birûqeytano
namilpano, pozberano
ûrtê mala bavê te şerê Bişarê Çeto da diqeliyano
bê dergûşa lawîn ser ûrtê mala bavê te nemano lo ax lê hê lê hê lê lê lê lê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.